Malîkî daxwaz ji Moskowê dike ku nehêle Sûriye parçe bibe

24-07-2017
RÛDAW
Nîşan Nûrî Malîkî Rûsya Iraq Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov
A+ A-

Moskow (Rûdaw) - Cîgirê Serokomarê Iraqê Nûrî Malîkî got hilweşîna Sûriyê dê bê wateya hilweşîna tevaya herêma Rojhilata Navîn û  daxwaz ji Rûsyayê kir ku bila pêşiya vê yekê bigre.


Li Moskow, Cîgirê Serokomarê Iraqê Nûrî Malîkî, bi Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov re civiya û di civînê de Malikî daxwaza alîkariyeke zêdetir ji Rûsyayê kir.


Nûrî Malîkî di destpêka hevdîtina xwe ya li gel Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov de weha axivî:


“Zor spas ji bo Rûsyayê ji ber pêgeha wê ya li ser van hemû pirsan. Birêz wezîr, min berê li Bexdayê jî hevdîtin li gel we kiribû, wê demê jî min daxwaz kiribû ku bila Rûsya  ji bo parastina rewşa îroyî ya Sûriyeyê rola xwe bilîze û nehêle ew hilweşe, ji ber ku hilweşîna Sûriyeyê dê bê wateya hilweşîna tevaya herêmê”.


Malîkî axavtina xwe wiha domand: “Em spasiya Rûsyayê dikin ji ber rola wê ya ku li Iraqê û li herêmê dilîze û ji bo parastina rewşa îroyîn a herêmê hêviyên me yên mezin bi rola Rûsyayê hene.”


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst