Yekîtiya Ewropayê vîzeya 200 hezar welatiyên Tirkiyeyê red kiriye

24-06-2024
Nîşan Yekîtiya Ewropayê Vîze Tirkiye Redkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Yekîtiya Ewropayê par vîzeya 200 hezar welatiyên Tirkiyeyê red kiriye.

Yekîtiya Ewropayê, rêkarên vîzeyê yên ji bo welatiyên Tirkiyeyê zehmettir dike û roj bi roj hejmara redkirina vîzeyan zêdetir dibe.

Li gorî amarên Yekîtiya Ewropayê, sala 2023yan piştî Îranê herî zêde daxwaza vîzeyê ya welatiyên Tirkiyeyê hatiye redkirin.

Sala 2023yan milyonek û 55 hezar û 885 welatiyên Tirkiyeyê ji bo wergirtina vîzeyê serî li welatên Yekîtiya Ewropayê daye û ji sedî 16ê serlêdanan hatine redkirin.

Bi tayebetî jî hinek welatên wekî Almanyayê heta 7 mehan bersiva vîzeyê nadin.

Tirkiye demeke dirêj e dixwaze pirsgirêka vîzeyê ya li gel welatên Yekîtiya Ewropayê çareser bike da ku welatiyên wê bê vîze biçin Ewropayê.

Yekîtiya Ewropayê jî ji Tirkiyeyê dixwaze ku hinek yasayan biguhere û di serê lîsteyê de jî “yasaya terorê” heye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst