‘Serokê Wagnerê razî bûye tevgera xwe ya ber bi Moskowê ve rawestîne'

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Belarusê Aleksander Lukaşenko ragihand ku Serokê Wagnerê Yevgeniy Prigozhin razî bûye ku tevgera hêzên xwe ya ber bi Moskowê ve rawestîne.

Medyaya fermî ya Belarusî ragihand ku piştî hewldanên navbeynkarî yên Serokê Belarusê Aleksander Lukaşenko, Serokê Wagnerê Yevgeniy Prigozhin razî bûye ku pêşveçûna xwe ya ber bi Moskowê ve rawestîne.

Di nûçeyê de hat destnîşankirin ku Lukaşenko piştî hevdîtina bi Prigozhin re di nava rojê de her îro telefonî Serokê Rûsyayê Vladimir Pûtîn kir û di navbera her du aliyan de lihevkirinek pêk hat.

Lukaşenko derbarê mijarê da daxuyanî da û got ku Prigozhin ji bo rawestandina çekdarên Wagnerê ya ber bi Moskowê ve qebûl kiriye û peymana ku ewlehiya leşkerî garantî dike li ser masê

Ji Prigozhin daxuyanî

Serokê Wagnerê Yevgeniy Prigozhin piştî peymana wan a bi Putîn re daxuyanî da. Prigozhin got: “Ji bo rê li ber rijandina xwînê bê girtin, me biryar da ku çekdarên xwe vegerînin baregehên xwe.”