Putîn rêveberiya awarte ragihand

24-06-2023
RÛDAW
Nîşan Rûsya Wagner Yevgeniy Prigozhin Vladimir Putin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Grûpa Wagnerê, ku ji hêzeke taybet a çekdaran pêk tê, li dijî rêveberiya Serokê Rûsyayê Vladimir Putîn dest bi serhildanê kir.

Piştî serhildanê, Serokê Rûsyayê Vladimîr Putîn, Grûpa Wagnerê bi "xiyaneta li dijî welat" tohmetbar kir. Pûtîn gef li Grûpa Wagnerê xwar û got ku kesên di vê aloziyê de beşdar in dê bêne cezakirin û rêveberiya awarte li hemberî wê grûpê ragihand.

Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Rûsyayê TASSê, Putîn yasaya ku cezayê pere û girtinê li ser binpêkirina rewşa awarte ferz dike îmze kir.

Eger li gorî rêgezên qanûnî tevnegerin, heta 30 rojan cezayê girtîgehê dikare were birîn.

Çi bibû

Damezrênerê kompaniya ewlekariya taybet Wagnerê Yevgeniy Prigozhin (Vagnir Yivgeniy Prîgojin), artêşa Rûsyayê bi organîzekirina êrîşa li ser Wagner tawanbar kir û gefa bersivdayînê xwar, şervanên Wagner ji Ukraynayê derketin û derbasî sînorê herêma Rostovê bûn.

Li ser vê rewşê, Servîsa Ewlekariya Federal (FSB) bi sûcdariya "isyana çekdarî" doz vekir.

Serokê Rûsyayê Vladimîr Putîn serhildana Wagner wekî "xiyaneta li hemberî welat" bi nav kir. Prigozhin da zanîn ku ew dê biçin Moskowayê û rêveberiya Kremlînê jî li gelek deverên welat tedbîrên ewlehiyê zêde kirin.

Şervanên Wagner piştî Rostovê bajarê Voronezhê girtibûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst