Serkirdeyê Wagnerê: Me bêyî ku kesek were kuştin Rostov girt

24-06-2023
RÛDAW
Nîşan Rûsya Wagner Yevgeniy Prigozhin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Grûpa Wagner Yevgeniy Prigozhin derbarê serhildana daye destpêkirin de daxuyanî da û got: "Me yek kes jî nekuşt û bêyî ku guleyekê biteqînin Rostov girt."

Serokê Grûpa Wagner Yevgeniy Prigozhin ku duh êvarê li dijî artêşa Rûsyayê dest bi serhildanê kiribû, ragihand ku piştî kontrolkirina bajarê Rostovê ew ber bi Moskowayê ve pêşve diçin.

Prigozhin  da zanîn ku ji aliyê gel û artêşa Rûsyayê ve tu berxwedanek pêk nehatiye û got: “Me yek kes jî nekuşt. Me bêyî ku guleyekê biteqîne Rostov girt. Gel me wekî rizgarkerên xwe pêşwazî dike.”

Dîmenên ku tê de xuya deike leşkerên Wagner bi çekên giran li nav bajarê Rostovê ne hatin weşandin. Hêzên Grûpa Wagnerê dest bi parvekirina videoyan li ser hesabên xwe yên medyaya civakî kirin ku nîşan didin wan wesayîtên hêzên asmanî yên Rûsyayê dikin armanc.

Ajansa nûçeyan a Reutersê ragihand ku wesayîtên hêzên Wagner û tankek tê dene li ser rêya Moskowê hatin dîtin. Her wiha hat diyarkirin ku ev karwan ji aliyê helîkoptereke hêzên asmanî yên Rûsyayê ve hatiye hedefgirtin.

Serokê Grûpa Wagner Yevgeniy Prigozhin di encama êrişa hêzên Rûsyayê de tankeke sotemeniyê şewitî û nêzîkî 100 karmendên agirkujiî  mudaxeleyî agir kirine da ku vemirînin.

Serokê Wagner Prigozhin  di daxuyaniyekê de îdia kir ku hêzên leşkerî yên Rûsyayê ji bo ku pêşveçûna wan rawestînin li hedefên sivîl ên li bajêr xistine.

Prigozhin bersiva axafrina Serokê Rûsyayê Valdimir Putîn a di televizyonê de da û got: “Putîn dema behsa xiyanetê dike xeletiyeke mezin dike. Em welatparêz in û me ji bo welatê xwe şer kir û em ji bo welatê xwe têdikoşin. Em naxwazin welat di nav gendelî, xapandin û burokrasiyeke wiha de bijî.”

Prigozhin  her wiha di peyama xwe ya bi degn de daxwaza xwe ya hevdîtina bi Wezîrê Berevaniyê yê Rûsyayê Sergey Şoygu û Serfermandarê Rûsyayê Valery Gerasimov re dubare kir.

Grûpa Wagner wek yek ji grûpên çekdar ên xwedî ezmûn û bihêz ên cîhanê tê hesabkirin. Tê gotin ku çekên herî nû di destê wê de ne û di warê taktîkên şer de jî hinek caran didin pêşiya artêşa Rûsyayê.

Her çiqas hîn zû ye bê zanîn ka çarenivîsa vê tevgerê ber bi ku ve diçe lê bêguman wiha li Putin dike bi hûrgilî hesabên xwe yên serbazî di ber çav re derbas bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst