Rûsyayê derbarê Serokê Wagnerê de biryareke nû da

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Wagnerê Yevgeniy Prigozhin diçe Belarûsê û tohmetên li dijî wî û çekdarên wê grûpê ji aliyê desthilatdariya Rûsyayê ve tên rakirin.

Kremlînê ragihand ku dê dosyaya li dijî Serokê Wagnerê Yevgeniy Prigozhin û çekdarên wê grûpê were girtin û Prigozhin dê biçe Belarusê.

Berdevkê Koşka Serokatiya Rûsyayê Dmitry Peskov piştî biryara vekişîna Serokê Wagnerê Yevgeny Prigozhin, got “Prigozhin dê li Belarûsê bi cih bibe. Em nizanin ew niha li ku ye.”

Peskov got, "Nerijandina xwînê ji cezakirina mirovan girîngtir e. Doza li dijî Prigozhin dê were paşvekişandin. Li hemberî leşkerên beşdarî pêşdeçûnê bûne dê ti gavên hiqûqî neyê avêtin.”

Hêzên Wagner dest bi vekişînê kirin

Serokê Belarûsê Aleksander Lukaşenko ragihand ku Grûpa Wagner a ku duh li Rûsyayê dest bi serhildana çekdarî kiribû îro qebûl kir ku vekişe. Piştî daxuyaniya Lukaşenko, çekdarên Wagner dest bi derketina herêmên di bin kontrola xwe de kirin.

Piştî danûstandinên bi navbeynkariya Serokê Belarûs Lukaşenko, Serokê Wagner Yevgeny Prigozhin ferman da ku çekdarên xwe vekişin.

Piştî fermanê, çekdarên Wagner dest bi vekişîna ji Voronezh û Lipetsk û Rostovî kirin, ku ew xistin bin kontrola xwe. Çekdar dema vegeriyan baregehên xwe, çekên xwe li wesayitên zirxî bar kirin û ji qadên bajêr û otoban dûr ketin.