Wagner şer li dijî artêşa Rûsyayê ragihand

24-06-2023
RÛDAW
Nîşan Wagner Rûsya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê grûpa Wagner dibêje, dema wan bi Ukraynayê re şer dikirin, Rûsyayê bi mûşekan êrîşî wan kiriye û hejmareke zêde ya çekdarên wan kuştine. Dibêje ew ê tola xwe bi şerekî veşartî li dijî artêşa Rûsyayê hilînin. Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê tohmetên Wagner red dike.

Roja Înê 23ê Hezîrana 2023an çend peyamên dengî yên Serokê grûpa Wagner Yavgeny Prigozhin hatin belavkirin ku yek ji wan ragihandina şer li dijî artêşa Rûsyayê li xwe digire.

Prigozhin got, “Encûmena Fermandariyê ya Wagnerê biryarek da; divê xirabiya ku ji aliyê serokatiya welêt ve hatiye kirin bê rawestandin.”

Prigozhin behsa tolhildanê ji artêşa Rûsyayê jî kir û got, “Yên ku kurên me kuştin, bi dehan ji me kuştin, divê bizanibin ku ew dê Ii hember vê bi deh hezaran leşkerên Rûsyayê bên cezakirin. Ez daxwaz dikim ku kesek dernekeve ser rêya me.”

Serokê Wagnerê ragihand ku ew dê êrîşî artêşa Rûsyayê bikin û got, “Her kesê ku hewl bide ku derkeve ser rêya me, dê wek metirsiyekê were hesibandin û em ê di demeke kurt de wan ji nav bibib, êdî her çi xaleke kontrolê ya leşkerî li pêş me be, çi firoyek be li ser serê me.”

Prigozhin bang li xelkê jî kir ku aram bin û “Li hemberî bandora êrîşan li ber xwe bidin û di malên xwe de bimînin. Bi taybetî yên li ser rêya me, dernekevin derve. Piştî ku me dest bi karê xwe kir, em ê vegerin eniyên şer û welatê xwe biparêzin.”

Serkirdeyê grûpa çekdar di vîdyoyekê de ku roja Înê hat belavkirin, bermahiyên êrîşa mûşekî ya Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê li ser baregeheke leşkerî ya grûpa xwe nîşan dide.

Prigozhin her wiha anî ziman, “Em 25 hezar çekdar in û em ê biçin bizanibin ka ev aloziya li welêt çi ye. Kî dixwaze tevlî me bibe bila were. Divê em dawî li vê bêserûberiyê bînin.”

Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov diyar kir ku Vladîmîr Pûtîn ji peyamên Prigozhin hatiye agahdarkirin û hemû tedbîrên pêwîst hatine wergirtin.

Prigozhin li ser îhtimala ku ev kudeta be got, “Ev ne kudetayeke leşkerî ye, ev hewldaneke edaletê ye. Kiryarên me wê zirarê nede hêzên çekdar.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst