Guherîna Keşûhewayê; Şerê navbera xweza û caneweran

24-06-2022
RÛDAW
Guherîna Keşûhewayê; Şerê navbera xweza û caneweran
Guherîna Keşûhewayê; Şerê navbera xweza û caneweran
Nîşan Guherîna keşûhewayê Hişkesalî Xweza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Germbûna zeviyê û werîna çiyayên qeşayî, biyabanbûn, agirê daristanan û teqîna volkanan; ev hemû derencmên guherîna keşûhewayê ne ku ne tenê mirov ji ber dinalînin, lê bi pileya yekem bandore li caneweran dike. Bandor bi awayekî ye, Neteweyên Yekbûyî dibêje: "Niha, yek milyon tuxmê canewer û ew giyayê bo xwarinê piştê pê girêdidin, gefa jinavçûnê li ser e."

Qeşayiya bakur, niştimanê hirçên cemserî. Germbûna zemînê û bandora guherîna keşûhewayê wiha kiriye hino hino û ev çiyayên qeşayî bihelin.

Li gor amarên Neteweyên Yekbûyî, di 50 salên borî de, zeviyê milyonek û 240 hezar kîlometre çargoşe ku dike %35ê hemû qeşayiyên bakur, ji dest daye.

Ajansa Enerjiyê ya Navdewletî hişyariyê dide ku eger bê û pileya germê bi awayê niha bilind bibe û neyê kontrolkirin, heta dawiya vê sedsalê, tiştek bi navê qeşayiyên bakur namîne.

Bi vê yekê jî hirçê cemserî niştimanê xwe ji dest dide, ji ber bi awayekî serekî, bo xwarinê pişta xwe bi wan caneweran girê dide ku li nav wê qeşayiyê dijîn.

Li Girava Wrangel a Rûsyayê ku dikeve bazneyê Cemserê Bakur, tîmekî Sindoqa Navdewletî ya Parastina Xwezayê, hest bi asta metirsîdar kirine û berdewam çavdêriya canewerên şîrder dikin.

Lêkoler Li Sindoqa Navdewletî ya Parastina Xwezayê Pavel Kulemeev dibêje "Em sîstema gera bikaranîna amûra kontrolkirî ji dûr ve diceribînin. Bi taybetî dronên me ku kameraya germiyê li ser wan hatiye bicîhkirin. Bi vî awayî, di meha Nîsanê de, me hirçek ligel du kudikên wê dîtin."

Amerîkayê, Hirça Cemserî di sala 2008an de xistiye lîsteya wan caneweran ku metirsiya jinavçûnê li ser e. Li gor lêkolîna dawî ya Komelgeha Jîngehzanên Amerîkayê (ESA) di deh salên yekem ên vê sedsalê de, hejmara hirçên Cemserê Bakur ji hezar û 500an bo 900 ser kêm bûye.

Li nav daristanên Ornskoldsvika rojhilatê Swêdê, Hoza Samî, van xezalan bixwedî dikin ku ji wan re tê gotin Xezalên Rein. Ji ber guherîna keşûhewayê, befir dihele û di demsala sermayê de çîneke stûr a qeşayê di bin berfê de çêdibe ku wiha dike devê xezalan negihe girj û giyayê di bin berfê de. Vê jî metirsiya birçîbûn û jinavçûnê xistiye ser xezalan. Yekîtiya Navdewletî ya Parastina Xwezayê, ev corê xezalê xistiye lîsteya ku gef li ser e, bi awayekî di 25 salên borî de, %40ê van xezalan jinav çûne.

Ajeldar Margret Fjellstrom got "Mezintirîn pirsgirêk di vê demê de guherîna keşûhewayê ye, ji ber ew tişta ez ji bavê xwe fêr bûme û ew jî ku ji bavê wî ve jêre mabe ne wek niha ne. Tenê di dema deh salên borî de gelek tişt guherî ne."

Ligel hatina demsala havînê, pêleke dijwar a germê berê xwe daye Ewropayê û pileya germê nêzîka 40 pile bûye. Li Îspanyayê bilindbûna pileya germê bûye sedem agir bi daristan bikeve û heta niha zêdeyî 25 hektar daristan şewitandiye ku piraniya rûber jî daristan e. Agir gefê li 76 cor teyrik û 17 cor canewerên şîrder dike.

Li Parka Niştimanî ya Doñana ye li başûrê rojavayê Îspanyayê. Di nav Lîsteya Mîratên Neteweyî ya UNESCOyê de. Niştimanê 419 cor teyrikan e û salane 6 milyon teyrik ji Ewropayê di vê derê re koçî Efrîqayê dikin. Hevdem 37 cor canewerên şîrder li vir dijîn.

Niha hindik maye germbûna zeviyê û hişkesalî ava vexwarinê lê ziwa bike.

Nûnerê Rêxistina Parastina Donana Juan Romero dibêje "Derxistina ji hed zêdetir a ava bin erdê, bûye sedema jinavbirina mêrg û golên Donana. Ji bo rê li ziwabûnê bê girtin, pêdiviya me bi çend tedbîran heye; divê em bîran bigrin û derxistina avê bi rêjeya %50 kêm bikin."

Li Fransaya cîranê Îspanyayê,  li gor pisporên keşnasiyê, di 75 salên borî de, yekem car e di vê dema sale de pileya germê hewqasî bilind bibe. Bi awayekî li hinek bajarên rojavayê Fransayê, yekem car e pileya germê gehiştiye 42.9 pile.

Vê yekê jî wiha kiriye ku jiyana beşek canewer bikeve metirsiyê. Li bajarê Îsonê yê başûrê Parîsê, xwezahez hewl didin tuxmê jîjo biparêzin ku tê pêşbînîkirin heta sala 2050î biqelin.

Seroka Rêxistina Parastina Ajelan Sara Stahl got "Dema pileya germê bilind dibe, ax jî germ dibe. Bi vê jî em nikarin li kurman bigerin. Gêrik xwe vedişêrin, tiştek bi dest wan nakeve û ji nêza dimrin."

Germbûna zeviyê û guherîna keşûhewayê koça teyrikan jî têk daye. Parka Niştimanî ya Albanya, di sala 2021an de bûbû wêstgeha 34 hezar teyrikên koçer, lê di demsala koça îsal de, hejmara wan %25 kêm bûye.

Rêveberê Parka Niştimanî ya Divyaka Ardian Koci ragihand "Piştî serjimêriya me ya li Parka Niştimanî ya Divyaka-Karavasta, bo me derket ku li gor par, 9 hezar teyrik nemane. Gelek sedemên vê hene, lê bi pileya yekem, germbûna zeviyê ye."

Guherîna keşûhewayê, bandor li vê derê jî kiriye. Beyaban berfirehtir dibin û berê zeviyên çandiniyê teng dibe. Evder axa Iraqê ye. Li gor Neteweyên Yekbûyî, Iraq pêncemîn welatê cîhanê ye ku herî zêde guherîna keşûhewa û hişkesaliyê bandor lê kiriye.

Ev xezalên telefbûyî yên Parka Niştimanî ya Sawe li başûrê Iraqê belgeyeke zelal a vê rastiyê ne. Li gor serpereştyarên parkê, di mehekê de, hejmara xezalan ji 148an bûye 87 xezal.

Ajansa Amerîkayê Bo Pêşxistina Navdewletî (USAID) dibêje, heta sala 2050ê li Iraqê bi giştî pileya germê du pile germ dibe.

Veterîner û Rêveberê Parka Niştimanî ya Sawe Turki al-Jayashi diyar kir "Guherîna keşûhewayê bi awayekî rasterast bandor li jinavçûna xezalan kiriye, ji ber ew giyayê dibe êmê xezalan, bi ava baranê çêdibe."

Efrîqa, parzemîna beyabanên mezin, evder biyabanê Sehare ye. Li Sehara 260 cor canewer dijîn. Li vê derê canewer ji têhna dimrin. Parzemîna Efrîqa, warê hezar û 100 cor canewerên şîrder ş kedî û 2 hezar û 600 cor teyrik e.

Li Parzemîna Efrîqayê, pişka şêr ji derencamên hişkesaliyê gehiştiye hersê welatên Somal, Etiyopya û Kenyayê, bi awayekî di demsala zivsitanê de tenê %25ê wê baranê bariya ye ku salane di rewşa asayî de di wê demsalê de dibare.

Berdevka Rêxistina Keşûhewayê ya Navdewletî Clare Nullis got "Di çar demsalên baranbarînê ya yek bi pey yek de barana pêwîst nebariya ye. Ev jî di 40 salên borî de li van welatan tiştekî wiha nebûye. Tişta cihê nîgeraniyê ye, pêşbînî dikin demsala payîzê jî barana pêwîst nebare."

Li gor Rêxistina Xorak û Kiştûkalî ya ser bi Neteweyên Yekbûyî, di dema yek sala borî de, bi kêmanî milyonek û 500 hezar ser ajel li wan hersê welatên Efrîqayê ji ber hişkesaliyê telef bûne.

Efrîqa wek niştimanê fîlan tê naskirin. Li gor raporta Yekîtiya Navdewletî ya Parastina Xwezayê (IUCN), di nîv sedsala borî de hejmara wan kêmî nêvî daketiye. Guherîna keşûhewayê jî wek faktorekî serekî tê dîtin.

Guherîna keşûhewayê me dibe parzemîna Australyayê, warê qedîm ê Kuala, hindik maye germbûna zeviyê û agirê daristanan vê nasnavî jê bistîne. Di meha Sibata îsal de, Australyayê, Kuala xiste lîsteya wan canewerên ku metirsiya jinavçûnê li ser wan heye.

Li gor lêkolîna dawî ya Encûmena Zanistî ya Canewerên di bin Gefê de ya Australyayê, di dema sê salên borî de, ji ber agirê daristanan, %30 Kuala jinav çûne. Di 20 salên destpêka vê sedsalê de jî, %50ê Kuala jinav çûne.

Çalakvana Keşûhewayê Natasha Abhayawickrama diyar kir "Em karesatên keşûhewayê yek bi pey yek de dibînin. Ew jî ji ber agirê daristan û lehiyan. Em dizanin ku ew jî ji ber sotemeniyên bikevirbûyî diqewime….."

Ne tenê canewerên bejayî û teyrik in ku ji ber guherîna keşûhewayê metirsiya jinavçûnê li ser wan e. Li vê derê, li bajarê Santa Marta yê Kolombiyayê, tîmek şev û roj çavdêriya canewerekî Manatee-Amerîkî dikin. Yekîtiya Navdewletî ya Parastina Xwezayê ew canewer xistiye lîsteya sor a jinavçûnê. Bi awayekî, tenê 10 hezar ji wan mane.

Zîndezana Deryayî Julieth Prieto ragihand "Nabe ev bunewer bên xwarin. Ew bi xwe hejmara wan gelekî kêm e û divê çavdêriya wê hejmara kêm bikin ku niha zindî ne."

Guherîna keşûhewayê li okyanûsan jî gurzê xwe weşandiye. Piştî çend demjimêr ger li Gola Cape Cod li rojhilatê wilayeta Massachusetts ya Amerîkayê, tîma lêkoler a Shearwater karîne bo cara yekem van wêneyan bigrin. Nehengê Atlantîka Bakur dîtin;

Li gor lêkolînên zanistî, di dawiya sedsala 19an de hejmara vî cor nehengan li cîhanê 20 hezar bûn, niha li gor Navenda Lêkolînan a Peravên Amerîkayê %60 wan şîrderan jinav çûne.

Lêkolera Amerîkî Christy Hudak got "Wiha texmîn dikin ku 336 nehengên Atlantîka Bakur mabin û mixabin tenê 15 ji wan li peravên Amerîkayê hatine dîtin."

Guherîna keşûhewayê û wê bandora li caneweran dike li vê derê ranaweste. Li gor lêkolîna dawî ya Govara Nature (Neyçer) a Brîtanî, di 50 salên pêş de, germbûna zeviyê, 3 hezar û 139 corên caneweran neçarî koçkirinê bo cihên hênik dike, bi vê jî têkelbûna wan ligel canewerên din, hişyarî tê dayîn ku dibe 15 hezar dosyeyên nû yên veguhestina vîrûsê bên tomarkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst