Yekîtiya Ewropa derbarê rewşa penaberan de dicive

Hewlêr (Rûdaw) - Yekîtiya Ewropa (YE) îro derbarê penaberan û kontrolkirina sînoran de dicive û piştî pêla koçberiyê ya 2015an welatên endam hemû hewlên xwe didin ji bo kontrolkirina çûna penaber û sînoran.

Koçber û penaberan jiyana xwe spartiye pêlên deryayê û pêl jî belema wan dibe û tîne.Geşta man û nemanê ya hejmarekê ji koçberan bo Ewropaya ku dibe piştî gihiştina wan, ew wê binav nekin `Buhişt`.

Koçber gihiştine Girava Lîsbosa Yunanê, lê piştî ku gihiştin ser keviya mirinê. Koçberê Afrîkî yê bi navê Mûsa dibêje, “Ne selamet e, tu jiyana xwe dixî metirsiyê".

Rêya zehmet a av û hişkiyê ji aliyekî ve, herwiha ligel gihiştina koçberan bi hinek welatên weke Sirbyayê, berî ku herin nav sînorê Yekîtiya Ewropayê, berbesteke ewlehî ya tund li ser sînor, wan tûşî şokbûnê dike.

Sara Heyanî ya temen 16 salî, ji Iraqê gihişte gundê Macdan li nav Sirbyayê û ligel endamên malbata xwe, dixwaze li ser koçê berdewam bin, heta ku bigihêjin welatên rojavayê Ewropayê, lê heta niha hewlên wan biser neketine.

Koçbera Iraqî Sara Heyanî li Sirbya, dibêje, “Gelekî giran e, ji ber ku hejmareke gelek ji polîsan li sînor in, dema me dibînin, me digirin û me vedigerînin Sirbyayê. Nahêlin em derbas bibin."

Bajarokê Maljîvîk e, li Kirwatyayê, çalakvanên mafên mirovan kom bûne û daxwaza wergirtina koçberan ji Yekîtiya Ewropayê dikin.

Yekî ji çalakvanan diruşmek bilind kiriye, li ser nivîsiye `Koçkirin ne tawan e`.

Çalakvan Fransîsko Cîbatî, dibêje, “Yekîtiya Ewropayê bi awayekî tund vê xelkê vedigerîne. Polîsê Kirwatyayê jî bi navê Yekîtiya Ewropayê vî karî dike. Yekîtiya Ewropayê pereyan dide wan. Em ê li vê derê xwepêşandanê bikin, ku ev yek ne cihê çavgiritnê ye.”

Li cem Yekîtiya Ewropayê, ew dem derbas bûye ku koçber bi hêsanî bikaribin sînorên welatan bibirrin, bi taybetî sînorên her yekê ji Hengarya, Kirwatya û Romanyayê.

Li gorî projeya nû ya Yekîtiya Ewropayê, divê çareserî sedema koçkirina xelkê ji welatên wan li xwe  bigire…. Sînor bi teknolojyaya pêşketî bêne tundkirin…. Rê bêne girtin… Lê pêşxistin bi serderiya yasayî ji bo wergirtina wan koçberan tê dan, ku jiyana wan li welatê wan di metirsiyê de ye.

Ursula von der Leyen, di rûniştineke Parlementoya Ewropayê de, ev proje ragihand.

Seroka Komisoyna Ewropayê Ursula von der Leyen roja 19ê Mijdara 2020an ragihand, “Ew sîstema koçberan ku aniha heye, ne bi  bandor e. Projeya me ya nû li ser koçberî û penaxwaziyê destpêkeke nû dide me.”

Li gorî amarên dawî yên Yekîtiya Ewopayê, aniha 21.8 milyon kes, ku xelkên derveyî Yekîtiya Ewropayê ne, li welatên endam ên wê yekîtiyê dijîn. Ew jî dike 4.7% ji tevaya nişteciyên Yekîtiya Ewropayê.

Çûna koçberiya neyasayî bo Ewropayê, li gorî sala 2015an, bi rêjeya 90% kêm bûye.