Amerîkayê bersiva Erdogan da: El-Nusra terorîst e!

Washington (Rûdaw) – Wezareta Derve ya Amerîka ragihand, Eniya El-Nusrayê di lîsteya terorê de ye û ti sedemek nîne ku ew El-Nusrayê ji lîsta terorê derxînin.

 

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê John Kirby îro di konfranseke rojnamevanî de bersiva Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan da.

 

Di bersiva Erdogan de ku gotibû: “Eger hinceta alîkariya PYDê ev e ku li dijî DAIŞê şer dike, wê demê Eniya El-Nusra jî li dijî DAIŞê şer dike, ey çima alîkariyê wê (El-Nusra) nakin?”, John Kirby ragihand, Eniya El-Nusra di lîsteya terorê de ye û ti sedmek bo derxistina wê koma çekdar ji lîsteya terorê û alîkarîkarîkirina wan nîne.

 

John Kirby wiha got: “Eniya El-Nusra di lîsteya terorê de ye û ji aliyê Netewên Yekbûyî (NY) ve wek rêxistinek terorîstî hatiye naskirin. Amerîka jî (El-Nusra) wek rêxistinek terorîstî dibîne û ti sedemek nîne da ku em wan ji lîsteya terorê derxînin, an jî bi corek din em helwestek din li hember wan nîşan bidin. Nusra jî aliyek ji aliyên agirbestê jî nîne.”

 

Kirby herwiha li ser girtina rojnamevan û akdemîsynan ji aliyê Hikûmeta Tirkiyê ve rexne li Enqerê girt.

 

Kirby da xuyakirin: “Derxistina astengiyan li hember azadiya nêrînê û rojnamegeriyê li Tirkiyê cihê dilgiraniyê ye.”