Li Brukselê di navbera çavdêrên sindoqan ên YSPê û Hevpeymaniya Cumhur de alozî derketin

24-05-2023
RÛDAW
Nîşan Belcîka Bruksel Partiya Çepên Kesk (YSP) ‌Hilbijartin 2023 Hevpeymaniya Cumhur
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bo gera dûyem a hilbijartina Serokkomariya Tirkiyê ku dê li navxweyî Tirkiyê 28ê Gulanê bê kirin, li derveyî Tirkiye ev çar rojin dengdanê denspêkiriye.

Li Bruksela paytexta Belçîkayê di dema dengdanê de di navbera çavdêrên sindoqan ên Partiya Çepên Kesk (YSP) û Hevpeymaniya Cumhur de alozî derketiye û li hev dane, di encamê de 2 kes birîndar bûne.

Li gor agahiyan, roja Sêşemê 23ê Gulanê bi dema Ewropayê di demjimêr 21:00an de li devera Expo ya Brukselê, li ser sindoqên dengdanê yên gera dûyem a hilbijartina Serokkomariya Tirkiyê, di navbera çavdêrên sindoqan ên Partiya Çepên Kesk YSPê û çavdêrên Hevpeymaniya Cumhur de alozî derketine.

Hatiye ragihandin, her du aliyên ku rageşî di navbera wan de çêbûye, li hev dane û di encamê de 2 dengder birîndar bûne.

Tê gotin, li ser wê yekê polîs hatine cihê bûyerê, her dû grup ji hev cuda kirine, birîndar veguhestine nexweşxaneyê û ketina avahiya ku dengdan lê dihat kirin jî rawestandine.

Dengdana gera dûyem a serokkomariya Tirkiyê, ku roja Yekşemê 28ê Gulanê li nav Tirkiyê tê kirin, roja Şemiyê 20ê Gulanê dengdana li derveyî wî welatî destpê kir û îro 24ê Gulanê bidawî dibe.

Lê li deriyên sînor û firokexaneyan heta demjimêr 17:00ê roja Yekşemê 28ê Gulanê dengdan berdewam dibe.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst