‘Divê endamên DAIŞê bi tawanên komkujî û cengê bên darizandin’

Hewlêr (Rûdaw) - Ajansa Hevkariya Dadwerî ya Yekîtiya Ewropayê Eurojust, ragihand ku pêwîst e endamên DAIŞ û El Nusrayê bi tawanên komkujî û cengê bên darizandin. Di raportekê de ku ji aliyê Eurojust ve hatiye amadekirin, tê tekez kirin ku divê endamên DAIŞ û El Nusra `ne bi tawanên terorê` lê bi tawanê dijî mirovatiyê û tawanên şer bên darizandin.

Di raportê de tê gotin ku eger endamên DAIŞê bi van tawanan bên darizandin dê mijara derbasbûna demê ji holê rabe û cezayên girantir werbigirin. Raport 23ê Gulanê hatiye belavkirin ku Yekîtiya Ewropayê ew roj wek roja divê tawanên cengê, tawanên komkujî û yên li beramber mirovatiyê hatine kirin bê ceza nemînin, destnîşan kiriye.

Heta niha endamên berê yên DAIŞê, dema vedigeriyan welatê xwe bi giştî li ser tawanên terorê dihatin darizandin. Li ser tawanên komkujî, dijî mirovatiyê û cengê nedihatin dadgehkirin ku li welatên sêyem kirine. Ji ber eger heye tawanên terorê bikevin ber derbasbûna demê, Eurojust di raporta xwe de dibêje, komkujî, tawanên dijî mirovatî û cengê nakevin ber derbasbûna demê.

Pisporên ku raport amade kiroine dibêjin, divê rêxistinên wek DAIŞê ne tenê wek rêxistinê terorê bên dîtin, lê wek aliyê şer bên nirxandin. Herwiha tekez dikin ku divê çekdarên wan rêxistinan ne wek endamên rêxistinê danûstandin ligel wan were kirin, lê pêwîst e wek kesên komkujî kirine, tawanên şer û dijî mirovatiyê kirine danûstandin ligel wan were kirin.

Ajansa Hevkariya Dadwerî ya Yekîtiya Ewropayê Eurojust radighîne ku mimkun e DAIŞ û rêxistinên girêdayî wê, li ser tawanê şer, endambûna rêxistina terorê, talan, kolekirin, birina bi zorê ya zarokan bo leşkeriyê û tawanên kuştinê bên darizandin. Ji bo van dozan jî tê gotin ku dikarin ji wan peyamên propagandeyê yên li ser medya civakî hatine belavkirin, dîmenên vîdeoyî yên dema şer û belgeyên ku saziyên girêdayî Neteweyên Yekbûyî, rêxistinên xêrxwazî û hêzên leşkerî kom kirine, sûd bê wergirtin.

Roja 3ê Tebaxa 2014an, rêxistina DAIŞê êrîşeke berfireh kire ser navçeya Şingalê û derdora wê û bi hezaran welatiyên sivîl ên Kurdên Êzidî kuştin, û bi hezaran keç û jin û zarokên Êzidî jî êxsîr kirin. Di wê êrîşê de bi sedan hezar xelkê sivîl ên Kurdên Êzidî aware bûn, ku heta niha jî piraniya wan nekarîne vegerin ser cih û warên xwe.