Yûnanistan konên penaberan radike

Navenda Nûçeyan - Polîsê Yûnanistanê roja Sêşemê konên ku penaber û koçberan li gundê Îdemênî li ser sînorê bi Makedonya re vedane, rakirin.


Berpirsên Yûnanî herwiha bi sedan ji wan penaber û koçberên hewl didin bi qaçaxî berdewam bin li çûna welatên Ewrûpaya navîn û bakur, bi otobûsan veguhestin kampên fermî.


Dema veguhestinê bi sedan polîs amade bûn lêbelê tu gengeşe derneket.


Berpirsê koçberiyê yê hikûmeta Yûnan, Cîorcos Kirîtsîs ji Reutersê re got ku ew dixwazin heta dawîya heftiyê "vê mijarê bi dawî bînin."


Xetên trênê yên navbera Yûnanistan û Makedonyayê bi mehan e ji aliyê penaber û koçberan ve hatine dagîrkirin.


Trên jî mecbûr berê xwe didine rojhilat û bi ser Bulxaristan re diçine Makedonya. Hinek vagonê tije bar bi heftiyan e li ser rêya xwe asê mane.