Kargehên Kurdên Rojavayê Kurdistanê li Sûdanê tên talankirin û şewitandin

Hewlêr (Rûdaw) - Li Sûdanê 10 roj in şer berdewam e, di wî şerî de bi sedan kes hatine kuştin û bi hezaran kes jî birîndar bûne. Herwiha mal û mulkên hejmareke welatiyên Rojavayê Kurdistanê li wi welatînê hatin talankirin û Ji destpêka şer ve heta niha 11 welatiyên Sûrî jî hatine kuştin.

Ji roja 15ê vê mehê ve şer û pevçûn di navbera Artêşa Sûdanê bi serokatiya Ebdulfetah Burhan û Hêzên Piştevaniya Bilez (RSF) bi serokatiya Mihemed Deqlo berdewam in, heta niha bi sedan kes hatine kuştin, bi sedan kesên din jî birîndar bûne.

Hejmareke welatiyên Rojavayê Kurdistanê li nêzîkî sînorê Misrê di nav biyabanê de dijîn ku ji ber şer ji Xertûma paytexta Sûdanê revaiyan e.

Li gorî dîmenan kargeheke boriyên plastîkî ya welatiyekî Rojavayê kurdistanê ye li navçeya Behrî ya Xertûmê, kargeh tê talan kirin û şewitandin.

Xwediyê kargehê jî li bajarê Om Derman yê Xertûmê di mala xwe de ye ji ber rewşa ewlekarî ya xirab û zêdebûna dizî û talaniyê nikare ji mal derkeve.

Şahîn Temo ji Rûdawê re dibêje, ne tenê kargeh û otombêlên wî hatin talan kirin, yên hemû kesûkarên wî jî hatine talankirin.

Xwediyê Kargeheke Boriyên Plastîkî li Sûdanê Şahîn Temo got “Ne ez tenê perîşan bûme, milet gişt perîn bûne. Ne malên me tenê çûn, malên giştan çûn. Malên giştan çûn, ên zarokên xalktîka min çûn, ên zarokên apên min çûn, ên pismamê min çûn, ên merivên min çûn. Erebeyên min ji destên min girtin, fabrîqe birine, tiştekî kesikî nehiştine, ne yên min tenê, ez li ser malên Kurmancan gişt dibêjim, ên Kurmancan gişt birin.”

Şahîn Temo ku ev 17 sal in li Sûdanê dijî, dibêje, herdu aliyên şer ji bo xelkê Sûriyê baş in, lê rewşa wan ji ber zêdebûna dizî û talaniyê xirab bûye.

Şahîn Temo “Herdu aliyên ku şer di navbeyna wan de dibe ji me re rind in. Em diçin wexta xalên kontrolê de rastî wan tên me disekinînin, ji me pirs dikin, em dibêjin em ji Sûriyê ne. Nasnameyên me yên Sûriyê ne, li nasnameya me pirs dikin ji me re dibêjin herin, nêzikî me nabin. Hikûmete bi hev ketine tema me ji dizan tine, dizan em talan kirin. Ne yên min tenê talan kirine, yên alemê gişt talan kirine, yên miletê Sûdanê jî talan kirin.”

10 Roj in şer û pevçûnên dijwar di navbera Artêşa Sûdanê bi serokatiya Ebdulfetah Burhan û Hêzên Piştevaniya Bilez bi serokatiya Mihemed Deqlo berdewam in, heta niha 427 kes hatine kuştin, 3 hezar û 700 kesên din jî birîndar bûne.