Şerê navxwe yê Sûdanê ber bi ku derê ve diçe?
Hewlêr (Rûdaw) - Şerê navxwey li Sûdanê berdewam dike, tevî ku aliyên Şer 3 caran agirbest jî ragihandin, lê pê pabend nebûn û bi berdewamî dengê gulle û top û hawanan li wî welatî bi taybetî jî li paytexta wî welatî Xertumê tê bihîstin. Heta niha gelek kes tê de hatine kuştin û destwerdana navdewletî ji bo çareseriyê hem bi xemsariyê hem jî tu encameke wê nebûye û dest bi derxistina dîplomatên xwe kirine.
Dû û dûkel ji Firokexaneya Navdewletî ya bilind dibe, ew dûkel jî encama wî şerê navxwe ye, ku zêdeyî hefteyekê ye di navbera artêşa wî welatî bi Serokatiya Ebdulfettah Burhan û Hêzên Piştîvaniya Bilez bi Serokatiya Mihemed Hemdan Degelo de derketiye.
15ê vê mehê nişteciyên Xertûmê ji ber dengê wan çekên giran ji xew rabûn ku hêzên artêşê û Piştîvaniya Bilez ên Sûdanê binkeyên hev bi wan dikirin armanc.
Nişteciyê Um Derman Usman Mêrxenî dibêje: “Şîreta min a dawî bo hêzan ew e şer rawestînin. Ez sond dixwim di vî şerî de ti serkeftiyek nîne, ji xeynî wêrankarî û talankariyê."
Alozî û şer û pevçûna hêzên wan herdû serkirdeyên serbazî di demekê de ye ku Nîsana 2019an bi hev re serokê berê yê Sûdanê Umer el-Beşîr ji ser desthilatê dûr xistin, ku 30 salan karûbarên wî welatî birêve dibirin û di Cotmeha 2021ê de jî darbe li ser hikûmeta qonaxî ya veguhêz kirin.
Lê rewşa niha wê yekê pêşan dide ku her yek ji wan herdû serkirdeyên serbazî hewl didin bibin rêberê defakto yê Sûdanê.
Nêzîka 200 hezar serbazên herdû aliyan li nav dilê Xertûmê rûbirûyê hev bûne, welatî jî dibêjin, cade û kolanek nîne ku şer tê de nabe. Elektrîk û ava beşekî zêde ya bajêr hatiye birrîn û xwarin û av bi destê xelkê nakeve.
Nişteciyê Xertûmê Ewwad Ehmed jî got: “Em ji ber kêmbûna avê dinalin. Elektrîka me jî nîne. Ev sê roij in elektrîka me hatiye birrîn û em di tariyê de dijîn. Em daxwaza alîkariyê ji Xwedê dikin."
Hêzên artêşê û Piştîvaniya Bilez bêyî ku saziyên hikûmetê li ber çav bigirin, wan cihan bombebaran û topbaran dikin û şerê kolan bi kolan dikin.
Herî zêde jî nexweşxane zerarê dibînin. Sendîkaya Pizîşkên Sûdanê dibêje, du li ser sêyên wan binkeyên tendirustî li navçeya şer hatine girtin û 20 nexweşxaneyên din ji aliyê çekdarên herdû aliyan ve hatine dagîrkirin, ku ji ber vê yekê metirsî dikeve ser jiyana 50 hezar zarokên kêmxwar in.
Endamê Encûmena Penaberbûnê ya Norwecê Tomas Uqdî jî got: “Av, xwarin, derman û çavkaniyên xwarinê bi dest xelkê nakevin. Nexweşxane jî li Xertûmê yek li pey yek tên girtin.”
Ji tevahiya 33 parêzgehên vî welatî li 10 parêzgehan şer heye.
Neteweyên Yekbûyî dibêje, heta niha ji ber şerê navxwe bi kêmanî 423 serbaz û welatiyên sivîl hatine kuştin, 3,551 kes jî birîndar bûne. 20 Hezar welatiyan jî Sûdan bicîh hiştine.
Şerê navxweyê Sûdanê û rewşa xiraba mirovî li wî welatî ne mijarek nû ye.
Di 78 salên derbasbûyî de sê caran şerê navxwe li wî welatî çêbûye ku 18 sal, 22 sal û 7 salan berdewam kirine. di van şeran de herî kêm 5 milyon kes hatine kuştin.
Ji ber wan şeran ji 45 milyon nişteciyên Sûdanê 5 milyon kes koçber bûne. 16 milyon kesî pêwîstiya xwe bi alîkariyên mirovî heye, ji derveyî 4 milyon zarok û jinên dûcanî yên ku ji ber bedxwirakiyê dinalînin.
Civaka navdewletî derbarê Sûdanê de ne bêdeng e. Amerîka, Brîtanya, Çîn, Fransa, Almanya û Rûsya welatên herî xuya ne ku dibêjin ji nêzîk ve çavdêriya rewşa Sûdanê dikin.
Her ji roja yekem a şer ve jî, daxwaza agirbestê û liberçavgirtina rewşa welatiyên sivîl dikin.
Wezîra Derve ya Almanya Analina Berbouk jî got: “Daxwazên me ji herdû generalên berpirs zelal in: Di zûtirîn dem de dest ji vî şerî berdin, û rê bidin welatiyan bi selametî ji bajêr derkevin."
Cîgirê Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Vedant Patil jî got: “Em daxwazê ji artêşê û Hêzên Piştîvaniyê yên Sûdanê dikin rê bidin ajansên mirovî û endamên wan daku alîkariya xelkê Sûdanê bikin."
Berdevkê Wezreta Derve ya Çînê Wang Weng Bin jî wiha aixivî: “Çîn çavdêriya pêşhateyên li Sûdanê dike û daxwazê ji aliyan dike ku di zûtirîn dem de agirbestê rabighînin.”
Ev sê car in agirbest tê ragihandin, lê tê binpêkirin. Herçiqas ti hêzek birpirsyariya şikandina agirbestê naxe stoyê xwe û aliyê din tohmetbar dike, hêzên beramber jî prensîpên şerkirinê peyrew nakin.
Cîgirê Serokerkanê Hêzên Çekdar ên Sûdanê Ebdûl Hemmûd jî got: “Wan agirbest binpê kir berî ku destpê bike, lewra ti agirbestek nîne. Ew wek ne paqij, newêrek û tundrew tên naskirin. Ti exlaq li ba wan nîne.”
Şikandina agirbestê di navbera herdû hêzên şerker de dilgiraniyeke zêde li ba civaka navdewletî çêkiriye, ku niha dest bi vekişandina dîplomatên xwe kirine.
Girîngiyeke din a Sûdanê li ba welatan ew e, pêgeha wê ya cografî li ser Derya Sor, herikîna Çemê Nîl li nav axa wê û hevsînorbûna ligel hejmarek welatên ne aram û dewlemend bi çavkaniyên xwezayî.
Herwiha girîngiyeke Sûdanê ya zêde di warê jeosiyasî, asayîş û aboriyê de li ser asta bakurê Afrîqa û cîhanê jî heye.