Ji ber pasaportên sexte hejmarek Kurd li çar welatan hatin girtin

24-04-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hejmarek hemwelatiyên Herêma Kurdistanê, bi pasaportên sextê yên welatên Ewropayê li çar welatan hatin desterserkirin. Endamekî Komîteya Peywendîyên Derve li Parlamentoya Iraqê hişyariyê dide hevwelatîyan da ku pasportên weha nekirrin.

Endamê Komîteya Peywendîyên Derve li Parlamentoya Iraqê Musenna Emîn ji Rûdawê re ragihand ku ew hatine agahdarkirin ku ji ber pasaportên sexte çend welatiyên Herêma Kurdistanê li dervey welat hatine desteserkirin û got: “Divê welatî pasaportên sexte qet nekirin û ji sozên qaçaxçiyan bawer nekin."

Bi gotina Musenna Emîn ew niha bi navê pasaportên orjînal pareyan ji hevwelatîyan werdigirin û got ku ew pasportên Ewropa yan Domînîk ji wan re çê dikin, belê rastî ew e ku pasport sexte ne.

Musenna Emîn dibêje: "Ew kesên ku pasaportên sexte çêdikin, ji welatiyan re dibêjin ku divê ew bi balafirxaneyên Herêma Kurdistanê geştan nekin. Divê ew hefteyekê pêşî li Hindistanê yan Dubey an jî li welatekî din bimînin, ji ber ku li wan deran zêde li ser pasaportan ranawestin.”

Emîn herwiha behsa vê yekê kir ku ji ber pasportên sexte yên bi navên welatên Ewropa û Domînîka (welatekî ku li bakûrê Amerîkayê ye) dosyayên hinek kesan hene ku li welatên din hatine girtin û got: "Li Hindistanê 15 welatî bi pasaportên sexte hatine girtin û çar welatî li Dubey û du jî li Sri Lankayê hatine desteserkirn û hinek jî li girtîgeha Daxistanê ne ku komareke di nava Rûsyayê de ye."

Emîm diyar kir ku Iraq hewla azadkirina wan dide û got: “Em hewl didin bi rêya balyozxaneyên Iraqê welatiyan azad bikin. Li gel hewldanên me û balyozxaneyan jî welatiyên ku bi pasaportên sexte tên girtin wê di bin qanûnên welatan de ji 15 rojan heta 2 mehan di girtîgehê de bimînin û dê gelek astengî û zehmetiyan bibînin; car caran îşkence li wan tê kirin."

Bi gotina wî parlamenterî welatiyên ku pasaportên sexte yên Îsraîlê dane wan hebûn û şandine Mozambîqê û piştre hatine girtin û got jî "hemwelatî hebûn ku 40 hezar dolarên Amerîkî ji bo pasaportên sexte dane."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst