Burkina Faso: Di êrîşeke çekdarî de 60 sivîl hatin kuştin

24-04-2023
RÛDAW
Nîşan Burkina Faso Afrîqa Êrîşa Çekdarî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bakurê Burkina Faso li rojavayê Efrîqayê di êrîşeke çekdarî de herî kêm 60 sivîl hatin kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûn.

Êrîş roja Înê hatiye kirin, lê Dozgerê Giştî yê Burkina Faso Lamine Kabore îro Duşemê 24ê Nîsana 2023an ew yek eşkere kir û got: “Êrîş li gundekî bi navê Karma li bakurê welat û nêzîkê sînorê Malî hatiye kirin.”

Di navbera Burkina Faso û welatê Malî de zêdeyî hezar û 300 kîlometre sînor heye; ew welatê ku wek hêlîna grûpên çekdar ên cuda tê naskirin û têde çendîn êrîşên çekdarî hatine kirin.

Ji sala 2012an ve grûpên çekdar li Burkina Faso aktîv in û heta niha zêdeyî ji sedî 40ê navçeyên bakurê wî welatî kontrol kirine.

Hikûmeta Burkina Faso dibêje, peywendiya grûpên çekdar bi “rêxistina Qaîde û çekdarên DAIŞê” ve heye.

Derbarê êrîşa roja Înê de, Dozgerê Giştî yê Burkina Faso got: “Êrîş ji aliyê çend çekdaran ve hatiye kirin ku cilên hêza serbazî ya fermî ya welat li xwe kiribûn.” Lê behsa ti hûrgiliyên din nekiriye.

Heta niha jî ti aliyekî berpirsyariya wê êrîşê li xwe negirtiye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst