Zelensky: Çawa ku Sedam ji Kuwêtê derket, Putin jî dê ji Ukraynayê derkeve

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Ukraynayê dibêje, bê çawa serokê berê yê Iraqê Sedam Husên ji Kuwêtê derket, bi heman awayî Serokê Rûsyayê Vladimir Putin jî Ukraynayê bicîh dihêle û derdikeve.

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky roja Yekşemê di hevpeyvînekê de ligel medya Erebistana Siûdiyê de got: “Baweriya min bi artêşa welatê me heye ku herî dawî di şerê ligel Rûsyayê de biser dikeve. Di dawî de Putin wenda dike û derdikeve, her wek çawa Sedam Kuwêt bicîh hişt.”

Serokê Ukraynayê derbarê sedema wê yekê de jî dibêje, Putin şer bo xwe dike, ne ji bo Rûsyayê.

Zelensky da zanîn ku şerê wan ligel Rûsyayê wê demê destpê kiriye dema Rûsyayê di Sibata 2014an de dest daniye ser Nîvgrava Kirîmyayê û got: “Hest bi poşmaniyê dikim, ku ji wê demê ve me şer ligel Rûsyayê nekir.”

Roja 2ê Tebaxa 1990, artêşa berê ya Iraqê êrîşî Kuwêtê kir û di dema dû rojan de ew welat dagîr kir, piştre hikûmetek bi serokatiya Eqîd Ela Husên bi navê Komara Kuwêtê pêk anî û di roja 9ê Tebaxa 1990an de Sedam Husên biryar da Kuwêtê bixe ser Iraqê û hemû balyozxaneyên wî welatî bigre, lê di 26ê Sibata 1991an de Hêzên Hevpeyman artêşa Iraqê ji Kuwêtê derxistin.

Piştre Encûmena Aasyîşê ya Navdewletî di 3ê Nîsana 1991an de biryara hejmar 687 derxist, ku taybet bû bi hukmên agirbestê di navbera Iraq û Kuwêtê de.