Mcaron dixwaze Fransa bike welatê yekemîn ku êdî komir û gazê bikar neyne

24-04-2022
RÛDAW
Macron siyasetmedarekî ne çepgir û ne jî rastgir e
Macron siyasetmedarekî ne çepgir û ne jî rastgir e
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron di çarçoveya şerê guherîna keşûhewayê de, dixwaze Fransayê bike yekemîn welat ku êdî komir û gazê bikar neyne.

Emmanuel Macron berî pênc salan kilîta deriyê Koşka Êlîzê ji Franswa Hollan wergirt. Ew siyasetmedarekî ne çepgir û ne jî rastgir e. Sala 2016yan, Macron şoreşeke siyasî li Fransa pêk anî, Partiya La République En Marche damezrand. Kesekî lîberal ê Ewropîxwaz e, dixwaze pêgeha Fransa li nav Ewropa û cîhanê bihêz bike..

Macron ligel bihêzkirina Hevpeymaniya NATO ye, di dema şerê Ukrayna de, bi roleke deplomasî ya sereke rabû, ku vê yekê jî, di rapirsiyan de, ji berjewediya wî reng veda.

Serokomarê Fransa Emmanuel Macron dibêje: “Bi nerîna min, pirsên îro dikarin bi wê arasteyê de biçin ku, pêwîstiya me pê heye, ku ji hêwirkirina rewşê pêk tên, ku bi nerîna me pirseke siyasî û serbazî ye, mebesta me pirsa Ukrayna ye.”

Emmanuel Macron li dijî wê yekê ye, serpoş û çarik bêne qedexekirin. Li ser pirsa koçberan rexneyên wî yên tund li rikabera wî heye ku, gefê li ser hatina koçberan dide.

Macron ajandaya Marine Le Pen bi “Neteweperist” û wê jî bi “Serkutkar û Xwesepêner”binav dike.

Di çarçoveya şerê guherîna keşûhewayê de, Macron dixwaze Fransa bike yekemîn welat ku êdî komir û gazê bikar neyne û soz daye, şeş wêstgehên din ên etomî ji bo berhemanîna elektrîkê dirust bike.

Macron herwiha dibêje: “Bi pîskirina deryayan û kêmkirina gaza Dû-Oksîda Karbonê û jinavbirina jîngeha zindeweran, em hesareya xwe jinav dibin. Bila em rûrbirûyî wê bibin, ti hesareyeke me ya din nîne.”

Macron genctirîn serokê Fransa ye, temenê wî 44 sal e, xwedî çîrokeke hezkirinê ya balkêş e.

Hevjînî ligel mamosteya xwe kiriye, ku bi 25 salan jê mezintir e. Macron, hevjîna xwe (Brigitte)  weke hander û piştgireke mezin a serkeftina xwe dibîne.

Macron di hilbijartina 2007an de, ligel Marin Le Pen gihişte gera duyem a hilbijartinê û du qatan bêhtir ji xanima rikabera xwe, deng bidest anîn.

Her çiqasî encama piraniya rapirsiyan, ku ji berjewendiya Macron in, beşek ji Fransiyan dibînin, berbijêrê lîberal nikare hemû sozên xwe yên bangeşeya hilbijartina 2017yan bibe serî.

Rexnegir gortineke kevn dûbare dikin û dibêjin, Macron jî her şeraba kevn e di butleke nû de.

Lê rapirsî wê yekê nîşan didin ku, piraniya civaka Fransî naxwazin serkêşiyê bikin û berbijêreke rast a tundajo bi ser Macron de hilbijêrin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst