Kurdekî Bakurê Kurdistanê li Londonê bû serokê şaredariyê

24-04-2019
RÛDAW
Serokê Şaredariya Lambethê Îbrahîm Doguş
Serokê Şaredariya Lambethê Îbrahîm Doguş
Nîşan Îbrahîm Doguş
A+ A-

London (Rûdaw) – Kurdê ji Bakurê Kurdistanê Îbrahîm Doguş ku li Londona paytexta Brîtanyayê weke Serokê Şaredariya Lambethê hat hilbijartin, ji Rûdawê re diyar kir: “Li hemû Brîtanyayê derdora 300 hezar Kurdên ji her çar parçeyên Kurdistanê hene, lê li Lambethê hejmara me pir kêm e, lê dîsa jî ji ber ku ez dibim Serokê Şaredariya Lambethê ez dikarim têkiliyên xurttir bidomînim li her aliyên Londonê û ji bo gelê me yê Kurd îmkanên nû dikarim ava bikim.”

 

Îbrahîm Doguş ku ji navçeya Elbistan a Mereşê ya Bakurê Kurdistanê ye û bû Serokê Şaredariya Lambethê, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand: “Hevalên min ji min xwestibûn ku ez bibim serokê şaredariyê, lê ji ber ku ez nû bûm min got ez nikarim niha vî karî bimeşînim, ji ber ku ez di nav şaredariyê de nû me, ez bûm Cîgirê Serokê Şaredariya Lambethê ji bo salekê, niha salek derbas bû û ez dibim Serokê Şaredariya Lambethê.”

 

Doguş li ser plan û projeyên xwe diyar kir: “Lambet bajarekî mezin e, di nav Londonê de bajarekî pir muhîm e, ji ber ku nêzî Westminster e û bi awayê çandî û bi awayê siyasî enstîtuyên herî giring di nav Lambetê de cih digrin, ji ber vê yekê Kurdek bibe Serokê Şaredariya Lambetê tiştekî giring e, ji ber ku ji bo têkilî û ji bo kar û xebatan, niha em dikarin zêdetir îmkan bi dest bixin.”

 

Îbrahîm Doguş li ser wê yekê ku dikare li Lambethê ji bo Kurdên li wê derê çi bike diyar kir: “Niha li Lambethê hejmara gelê me yê Kurd kêm e, weke li bakurê Londonê û başûrê Londonê Kurd zêde ne, bi taybetî li hemû Brîtanyayê derdora 300 hezar Kurdên ji her çar parçeyên Kurdistanê hene, lê li Lambetê hejmara me pir kêm e, lê dîsa jî ji ber ku ez dibim Serokê Şaredariya Lambethê ez dikarim têkiliyên xurttir bidomînim li her aliyên Londonê û ji bo gelê me yê Kurd îmkanên nû dikarim ava bikim.”

 

Doguş ku bi çalakî û xebatên xwe yên civakî li Brîtanyayê kesekî naskirî ye, di sala 2017an de li bajarê Westmister, ji Partiya Karkeran bûbû berbijêrê parlementeriyê, her çiqas weke parlementer nehate hilbijartin jî, bi dengên ku bi dest xistin û kampanyaya xwe ya hilbijartinan bûbû yek ji wan siyasetmedarên ku bala xelkê kişandibû ser xwe.

 

Di dema kampanyaya hilbijartinan de Kurdên ji her çar parçeyên Kurdistanê alîkariya bangeşeya Îbrahîm Doguş kirin.

 

Îbrahîm Doguş  ku bû 24 sal li Brîtanyayê xwediyê restorantekê ye, di sala 2017an de di dema êrişeke terorê de ji 500 polîsan re deriyên restoranta xwe vekiribû û ev yek li Brîtanyayê deng vedabû.

 

Herwiha Îbrahîm Doguş bi merasîma "Xelata Kebabê ya Brîtanyayê" ji Çînê heta Amerîkayê di gelek welatan de bûbû mijara nûçeyan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst