Li Bangladeş avahiyek hilweşiya: 82 mirî

24-04-2013
RÛDAW
A+ A-

 

Dekka (Rûdaw/Ajans) - Li Bangladeş di encama hilweşîna avahiyekê de herî kêm 82 kes mirin.

Li paytexta Bangladeş Dekkayê di encama hilweşîan avahiyekî 8 qatî de herî kêm 82 kes mirin û zêdetirî 700 kes birîndar bûn.

Piştî hilweşînê, gelek erebeyên agirkuj û leşker ber bi herêmê ve çûn. Piştî bûyerê bi hezaran kesî hewl dan ku kesên di bin avahiyê de mane, rizgar bikin.

Sala borî jî li Bangladeşê di fabrîqeyekê de şewat derketibû, 112 karker şewitîbûn û jiyana xwe ji dest dabûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst