PAKURDê li ser êrişa li Moskowê bi Rûsî peyamek belav kir

Hewlêr (Rûdaw) – Partiya Kurdistanî (PAKURD) li ser êrişa li Moskowê ragihand ku Kurd di têkşikandina terorê de bi ser ketin û ew bawer dikin ku Rûsya jî dikare bi ser bikeve.

Li salona konserê ya bi navê Crocus City Hallê ya li Moskowa paytexta Rûsyayê êvara 22yê Adarê êrişeke çekdarî pêk hat.

Di êrişa li Moskowê de herî kêm 143 kesan canê xwe ji dest da û zêdetirî 100 kesan jî birîndar bûn.

Partiya Kurdistanî (PAKURD) li ser hesabê xwe yê Xê bi zimanê Rûsî derbarê êrişê de peyamek belav kir.

Partiya Kurdistanî (PAKURD) di peyama xwe ya bi zimanê Rûsî de ragihand:

“Dilê me bi malbatên qurbaniyan re û bi tevahiya Rûsyayê re ye. Kurdan demeke dirêj li dijî terora hovane li ber xwe da û têkoşîna xwe didomînin.

Kurd di têkşikandina terorê de bi ser ketin û em bawer dikin ku Rûsya jî dikare vê bike. Em li dijî terorê hevxem in!”

Rayedarên Rûsyayê ragihand ku çekdaran ji bo şewitandina salonê madeyek bi kar aniye.

Têkildarî êrişê heta niha 4 kesên êrişkar jî di nav de 11 kes hatine desteserkirin.

DAIŞê girt ser xwe

DAIŞê berpirsiyariya êrişê girt ser xwe û diyar kir ku çekdarên wan ew êrişa li salona Krasnogorskê ya konserê ya Moskowê pêk aniye.

DAIŞê derbarê êrişê de li ser hesabê xwe yê Telegramê daxuyaniyek belav kir û got:

“Çekdarên Dewleta Îslamî li bajarê Krasnogorskê yê li derdora Moskowa paytexta Rûsyayê êrişî civateke mezin a Xirîstiyan kir, bi sedan kes kuştin û birîndar kirin û wêraniyeke mezin pêk aniye û vegeriyane baregehên xwe.”

Êrişa li Moskowê

Li salona konserê ya bi navê Crocus City Hallê ya li Moskowa paytexta Rûsyayê êvara 22yê Adarê êrişeke çekdarî pêk hat.

Li gorî dîmenên ku li ser medyaya civakî hatin belavkirin, tê dîtin ku 4 êrişkarên bikamûflaj li salona konserê guleyan direşînin.

Di dema êrişê de êrişkaran agir bi salonê xist û bi sedan tîm ji bo vemirandina agir çûn cihê bûyerê.

Li Moskowê hemû çalakiyên gel ên dawiya hefteyê hatin betalkirin.

Herwiha ji bo lêkolîna êrişa terorî grûpeke lêkolînê hat avakirin.

Serokê Rûsyayê Vladimir Putîn jî li ser êrişê daxuyaniyek da û anî ziman:

“Her 4 tawanbarên ku rasterast êrişa terorîstî kirin, ew kesên ku gule berdane xelkê û kuştin, hatin dîtin û girtin.

Wan hewl dida xwe veşêrin û ber bi sînorê Ukraynayê ve biçin, li gorî agahiyên destpêkê, rêyek ji bo derbasbûna wan ji aliyê Ukraynayê ve hatibû amadekirin.”

Ji bilî bertekên navxweyê Rûsyayê êriş bû sedema bertekên navneteweyî jî ku di nav wan de Amerîka û hejmarek berpirsên Neteweyên Yekbûyî jî êriş şermezar kir.