Êrişa li Moskowê: Rûs ji bo bexşîna xwînê ketin dorê

Hewlêr (Rûdaw) - Welatiyên Rûsyayê bi bexşîna xwînê piştgiriya birîndarên êrişa li Moskowê kir.

Şêniyên Moskowê ji bo bexşîna xwînê herikîn nexweşxaneyan û bi kelecan li benda dora xwe man.

Welatiya bi navê Alexandrayê da zanîn:

“Ev ji bo alîkariya kesên ku doh birîndar bûne girîng e. Li gorî min ev niha erkê welatiyan e.

Bexşîna xwînê tiştek e ku divê em hemû bikin û ne karekî zehmet e.”

Şeva Înê li Moskowê êrişî saloneke konseran hat kirin.

Heta niha rayedarên Moskowê kuştina zêdetirî 150 kesî û birîndarbûna zêdetirî 100 kesan piştrast kirine.

Bûyerê di nav Rûsan de li ser hêzên ewlehiyê guman çêkiriye.

Welatiyê bi navê Alexî jî anî ziman:

“Ev metirsîdar e ji ber ku ev bûyer tê wê wateyê ku dezgehên îstixbaratê karê xwe bi başî nakin.”

Berpirsên Rûsyayê guman dikirin ku Ukraynayê êriş pêk anîbe lê DAIŞa Xorasanî berpirsyariya êrişê girt ser xwe.

Li gorî berpirsên Rûsyayê, li herêma Bryanskê ku dikeve rojavayê Rûsyayê 4 êrişkarên ku dixwestin bi otombîlekê biçin Ukraynayê berî ku sînor derbas bikin hatine girtin.

Tevî ku êrişkar hatine girtin jî, gumanên Serokê Rûsyayê yên ku pêwendiya êrişkaran bi Ukraynayê re heye ji holê ranebûne.

Serokê Rûsyayê Vladimir Putîn anî ziman:

“Her çar tawanbarên ku rasterast êrişa terorîstî kirin, ew kesên ku gule berdane xelkê û kuştin, hatin dîtin û girtin.

Wan hewl dida xwe veşêrin û ber bi sînorê Ukraynayê ve biçin, li gorî agahiyên destpêkê, rêyek ji bo derbasbûna wan ji aliyê Ukraynayê ve hatibû amadekirin.”

Ji bilî bertekên navxweyê Rûsyayê êriş bû sedema bertekên navneteweyî jî ku di nav wan de Amerîka û hejmarek ji berpirsên Neteweyên Yekbûyî jî êriş şermezar kir.