DAIŞê vîdeoya êrişa li Moskowê belav kir

Hewlêr (Rûdaw) - DAIŞê dîmenên êrişa Moskowê ku tê de herî kêm 143 hatibûn kuştin parve kir.

Li salona konserê ya bi navê Crocus City Hallê ya li Moskowa paytexta Rûsyayê êvara 22yê Adarê êrişeke çekdarî pêk hat.

Li gorî zanyariyan, di êrişa terorîstî de herî kêm 143 kesan jiyana xwe ji dest da û zêdetirî 100 kesan jî birîndar bûn.

DAIŞê berpirsiyariya êrişê girt ser xwe û îdia kir ku çekdarên wan ew êrişa li salona Krasnogorskê ya konserê ya Moskowê pêk aniye.

Rûsyayê ragihandibû 4 kesên ku rasterast êriş pêk aniye jî di nav de 11 kes hatin desteserkirin.

DAIŞê vîdeoya êrişê parve kir

Li aliyê din DAIŞê vîdeoyeke êrişa li ser êrişa li Moskowê parve kir.

Li gorî dîmenên ku li ser Telegramê hatine belavkirin, tê dîtin ji bo neyên naskirin rûyê êrişkaran hatiye girtin.

Herwiha di vîeoyê de tê dîtin ku di destê êrişkarên bikamûflaj de kalaşnîkof, kêr, û demançe hene û bê serûber li salona konserê guleyan direşînin.