Lûtkeya NATO derbarê Ukraynayê de dest pê kir

Hewlêr (Rûdaw) - Civîna neasayî ya serokên dewlet û hikûmetên welatên endamê NATOyê îro li baregeha NATO ya li Bruksel a paytexta Belcîkayê dest pê kir.

Îro mehek bi ser destpêkirina êrîşa Rûsyayê bo ser Ukraynayê re derbas dibe. Serokên welatên endamê NATOyê li Brukselê derbarê wî şerî de dicivin.

Serkirdeyên 30 welatên endamên NATOyê îro li Brukselê civîna xwe destpê kirin û rewşa piştî êrîşa Rûsyayê ya li ser Ukraynayê û siyaseta demdirêj a NATOyê li Rojhilatê Ewropayê gotûbêj kirin.

Lîderên welatên endam beriya hevdîtinê wêneyekî malbatî kişandin, herwiha di hevdîtinên du alî de geşedanên piştî êrîşa Rûsyayê ya li ser Ukraynayê jî gotûbêj kirin.

Sekreterê wê hevpeymaniya leşkerî dibêje ew dê di vê civînê de biryarê li ser şandina alîkariyên zêdetir bo Ukraynayê bidin û hêza hevpeymaniyê jî li Rojhilatê Ewropayê zêde dikin.

Jens Stoltenberg, Sekreterê Giştî yê NATO duh Çarşembê 23ê Adarê got: “Pêşbîni dikim welatên  hevpeyman li ser dabînkirina alîkariyên zêdetir li hev bikin, di nav wan de jî di warê ewlehiya înternetê de û kelûpelên pêwîst bo parastina Ukraynayê ji gefên kîmyewî, biyolojîk û tîrêjdana etomî.”

Berpirsên Ukraynayê bi dirêjiya şer daxwaz ji welatên NATOyê kirine ku navçeya dijefirîn li welatê wan bê çêkirin, lê Rawêjkarê Almanyayê Olaf Scholz amaje bi wê yekê dide, NATO naxwaze bi vê pêngavê rasterast ligel Rûsyayê bikeve nava şer.

Olaf Scholz, Rawêjkarê Almanyayê diyar kir: “NATO nabe beşek ji şer. Me li ser vê yekê ligel hebpemanên xwe ên Ewropî û Amerîkî li hev kiriye.”

Piştî mehekê bombebaran, topbaran û şerê bejayî, navçeyên sor ên li ser vê nexşeyê niha di jêr kontrola Rûsyayê de ne. 

Tevî daxwazên welatên rojava bo bidawîanîna şer û sepandina cezayên giran li ser Moskowê, Rûsyayê hêj şer bi dawî neaniye û tekezî li ser berdewamiya şer dike ku bi xwe jê re “Operasyoneke Serbazî ya Taybet li Ukrayanyê” bi nav dike.

Wezîrê Derve yê wî welatî jî, Amerîkayê bi sedema sernegirtina gotûbêjên di navbera Moskow û Kievê yên bo rawestandina şer, tohmetbar dike.

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov j “Gotûbêj destpêkirine, lê giran in. Tevî ku aliyê Ukraynî ji wê yekê fehm dike, pêwîst e em li ser hinek tişatan li hev bikin, lê berdewam helwêsta xwe diguhere û pêşniyarên xwe jî red dike. Zehmet e ku em bibêjin destê hevkarên me yên Amerîkî di vê mijarê de nîne.”

Hevdem biryar e Serokê Ukraynayê bi rêya online beşdariyê di cîvîna NATOyê de bike û daxwazê ji endamên wê hevpeymaniyê bike, sîstema berevaniya asmanî û balafirên şer bo welatê wî dabîn bikin.