François Hollande piştevaniya Anne Hidalgo dike bibe Seroka Fransayê

24-03-2022
RÛDAW
François Hollande di kampîna piştgiriya li Anne Hidalgo de li bajarê Limoges ê Fransayê, roja 22ê Adara 2022. Wêne: PASCAL LACHENAUD / AFP
François Hollande di kampîna piştgiriya li Anne Hidalgo de li bajarê Limoges ê Fransayê, roja 22ê Adara 2022. Wêne: PASCAL LACHENAUD / AFP
Nîşan Fransa François Hollande Anne Hidalgo
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Anne Hidalgo Seroka Şaredariya Parîsê xwe ji bo hilbijartinên serokomariya Fransayê kandîd kiriye û serokê berê yê Fransayê François Hollande jî piştgiriya wê dike.

François Hollande çûye bajarê Limoges li naverasta Fransayê jibo ku piştevaniya Hidalgo bike ku berbijêra Partiya Sosyalîst e jibo posta serokatiya Fransayê.

Hollande li vî bajarî di piştgiriya Anne Hidalgo de ragihand: “Ez li vê derê me, xwedî bawer û dilosoz im jibo partiya xwe bi tabet di demên zehmet de. Anne Hildalgo di demeke zehmet de dest bi kampîna hilbijartinê kir, ew kesek e biwêr û xweragir e, ez bi temamî piştevaniyê li wê dikim.”

Hilbijartinên Fransa 10ê Nîsana îsal birêve diçin, eger tu kes ji berbijêran %50 ji dengan bi dest nexe, wê demê gera duyem 24ê heman mehê tê kirin.

Anne Hildalgo 62 salî ye, yek ji 12 berbijêrên serokatiya Fransayê ye.

Yekem jin e ku posta serokşaredariya Parîsê bidest xistiye.

Ji ber karîzmaya wê ya kesayetî û bernameya kampîna wê ya hilbijartinê ku ji prensîpên sosyalîstî nêzîk e, ew ji aliyê Partiya Sosyalîst ve hatiye berbijêrkirin, herwiha ew alîkariya malbatên hejar jî dike.

Anne Hidalgo spasiya François Hollande dike ji bo piştgiriyên wî û dibêje, “François ê ezîz, cenabê serokkomar, spas jibo amadebûn û piştevaniya we, axaftinên we yên bihêz ne tenê bandor li min kir, herwiha li hemû kesên ku bihîstin kir.”

Hidalgo jiber ku ji malbateke hejar e û rehên wê vedigerin Spanyayê , ew têkelî kultûr, ol û pêkhateyên cûda bûye û ji wan nêzîk e.

Wek François Hollande peywendiyên Hidalgo yên bihêz hene li gel serkirdeyên Herêma Kurdistanê, di Tîrmeha 2019an de li Parîsê wê pêşwazî li Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir û li ser  twitterê nivîsîbû "  Ez dosta kurdan im û hevaleke nêzîk a serokê Herêma Kurdistanê me".

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst