Human Rights Watch: Erdogan mafê Kurdan binpê dike

Hewlêr (Rûdaw) - Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirov (HRW) di nûtirîn raporta xwe ya derbarê rewşa mafê mirov de li Tirkiyê, amaje bi wê yekê daye ku hikûmeta Tirkiyê ya bi Serokatiya Serokkomarê wî welatî Recep Tayyip Erdogan, mafê çendîn grûp û pêkhateyên cuda li Tirkiyê binpê kirine û di dema 18 sal desthilata Erdogan de ew binpêkirin berdewam bûne.

Human Rights Watch di wê raportê de ku roja Çarşembê 24ê Adarê belav kiriye, bale dikşîne ser hewldanên Erdogan û Dadgeha Tirkiyê bo girtina baregahên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û rakirina parêzbendiya parlamenterên wê partiyê. Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirov dibêje, di pêşhateyên dawî de li Tirekiyê tundûtûjiya herî zêde û binpêkirin li dijî Kurd, opozisyon, jin û çalakvanên warê demokrasî û mafên mirov bûye.

Herwiha amaje bi standina mafê parlamenteriyê ji Parlamenterê HDPê Omer Faruk Gergerlioglu dide ku hefteya borî ji aliyê Parlamentoya Tirkiyê ve bi piraniya dengên AKP û MHPê hat derbaskirin û dibêje, wê pêngava Tirkiyê wiha kir ku Gergerlioglu bibe yekî din ji wan hezaran qurbaniyên ketine ber bibpêkirinên mafên mirov li Tirkiyê.

Human Rights Watch di raporta xwe de nivîsiye ku hewldana Erdogan bo girtina HDPê mafê milyonan Kurdên wî welatî kiriye armanc û prensîpên demokrasiyê lekedar kiriye. Herwiha dibêje, di dema 30 salên borî de Tirkiyê 5 partiyên cuda yên nêzîkê Kurdan girtine û dadgehê jî 687 kes ceza kirine ku piraniya wan endam an parlamenterên ser bi wan partiyên piştîvanê Kurd bûne li Tirkiyê.

Herwiha behsa şahiya Newrozê ya li Bakurê Kurdistanê jî dike û dibêje, di rojên 20 û 21ê Adarê de Kurd û dengderên HDPê salvegera Sala Nû ya Kurdî pîroz kirine û nerazîbûna xwe dijî wan binpêkirinên Tirkiyê li beramber Kurd û HDPê anîne ziman, lê hikûmeta Tirkiyê li ser beşdarbûn û gotarên wan ên Newrozê derbarê endam û serkirdeyên HDPê de dest bi lêpirsînê kiriye.

Human Rights Watch dibêje, hikûmeta Tirkiyê daxwaza Dadgeha Mafên Mirov a Ewropayê binpê kiriye û daxwaz kiribû Hevserokê Berê yê HDPê Selahattin Demirtaş û Çalakvanê Mafên Mirov li Tirkiyê Osman Kavala azad bike.

Ji xeynî Kurd û HDPê, li gor wê rêxistina cîhanî, li Tirkiyê jin, hevregezxwaz û çalakvanên warê demokrasiyê ketine ber binpêkirinên mafên mirov û normên demokrasiyê. Herwiha amaje bi wê yekê daye ku berpirsên hikûmî bi eşkere daxuyanî û gotaran dijî hevregezxwazan dubare dikin, xelk li ser bilindkirina ala wê grûpê tên desteserkirin, ev ji xeynî desteserkirin û bêzarkirina parêzerên mafên mirov û çalakvanên sivîl.

Human Rights Watch daxwazê ji Yekîtiya Ewropayê dike ku di dema civînên 25 û 26ê vê mehê de peywendiyên xwe yên ligel Tirkiyê diber çav re derbas bikin, vekirî li ser rewşa mafên mirov li Tirkiyê biaxifin û divê Tirkiyê neçar bikin daku dawiyê li gefên ser opozisyon û binpêkirinên mafên mirov bîne.