Besam Ishaq: Alîkariyên Amerîkayê dê ji bo HSDê berdewam bin

24-03-2019
RÛDAW
Nûnerê HSDê yê li Waşintonê dibêje pêwîstiya Amerîka hem bi Hêzên Sûriya Demokratîkû hem bi Tirkiyê  heye
Nûnerê HSDê yê li Waşintonê dibêje pêwîstiya Amerîka hem bi Hêzên Sûriya Demokratîkû hem bi Tirkiyê heye
Nîşan HSD Amerîka Tirkiye Besam ishaq
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Nûnerê Encûmena Sûriya Demokrat li Waşintonê Besam Ishaq ragihand, ku di qonaxa piştî şerê DAIŞê de jî dê hevkariya Amerîka bo HSDê bi şêweyeke din berdewam be.

 

Nûnerê Encûmena Sûriya Demokrat Besam Ishaq ji Rûdawê re dazanîn, ku pêwîstiya Amerîka hem bi Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û hem jî bi Tirkiyê  heye û herdu jî hevpeymanên wê ne û got, bi rêya Amerîka danûstandin di navbera Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) û Tirkiyê tê kirin, lê heta niha jî bê encam e.

 

Besam Ishaq wiha got: “Mûamelekirina dê cuda be, ji ber cudabûna rûbirûbûna ligel dijbereyê, berê rûbirûbûn leşkerî be, lewma piştgîriya sereke leşkerî bû, lewma niha ligel piştgîriya leşkerî divê piştgîriyek ji cureke din hebe, weke rûbirûbûn ligel şaneyên razayî. Tişta girîng jî karê îstixbaratî û emnî ye. Herwiha dê mûameleyeke leşkerî bo kontrolkirina sînor hebe, dê hevkarî berdewam be, lê dê şêweyê hevkariyê cuda be û dê emnî be ew jî bo çavdêrîkirin û tunekirina şaneyên razayî yên DAIŞê yan li ser asta asayişa sînor li navçeyên bakur û rojhilatê Firatê.”

 

Derbarê helwesta Amerîkayê de jî Ishaq wiga axivî: “Ez bawerin helwesta Amerîka ew e ku di berjenwendiya wê de ye ku di vê demê de  hevpeymanên xwe biparêze. Çi Tirkiyê be yan MSDê û QSDê bin, di vê demê de pêwîstiya wan bi herdu hevpeymanan hene, lewma bi rêya Amerîka diyalog di navbera Tirkiyê û Encûmena Sûriya Demokrat de heye, lê heta niha ti pêşketinek tune ye.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst