Fînlendayê rêya koçberên ku ji Rûsyayê tên girt: Ji Îran û Rojhilatê Kurdistanê ne

24-02-2024
RÛDAW
Fînlendayê rêya koçberên ku ji Rûsyayê tên girt
Fînlendayê rêya koçberên ku ji Rûsyayê tên girt
Nîşan Fînlenda Rûsya Koçber
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Sînorê di navbera Rûsya û Fînlendayê de demek e girtî ye, bernameya Diyasporayê eşkere kir ku ew ji ber destpêkirina koçberiyê ji Rojhilata Navîn ber bi Rûsyayê û piştre jî ji bo Fînlenda û welatên Yekîtiya Ewropayê ye.

Tîma bernameya Diyasporayê ya Rûdawê destnîşan kir ku sedema girtina sînorê di navbera Fînlenda û Rûsyayê de ji ber zêdebûna koçberan e û derket holê ku zêdetirî koçberan ji Îran û Rojhilatê Kurdistanê ne.

Rêya Rûsyayê ya ji bo Fînlendayê rêyeke hêsan e ji bo gihîştina welatên Ewropayê û kesê ku bixwaze ji bo geştyariyê yan jî kar ji Îranê derbasî Rûsyayê bibe, dikare bi e-vizayê 16 rojan seferê bike.

Heta piştî hatina Rûsyayê jî ji wir dikare xwe bigihîne sînorên Fînlendayê û bikeve nav sînorên Yekîtiya Ewropayê.

Fînlenda û YE vê yekê wekî beşeke şerekî dizî dibînin ku Rûsya dixwaze li dijî Fînlanda û welatên endamên Yekîtiya Ewropayê bimeşîne lê wek ku ew dibêjin, “Me zû rê li ber wan girt.”

Li gorî amarên fermî, sala 2023yan li Fînlendayê tenê 5 hezar û 372 kesan serlêdana penaberiyê kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst