Tîma Rûdawê beşdarî konferansa salane ya ENEXê bû

24-02-2024
RÛDAW
Nîşan ENEX Rûdaw Rûdaw Radyo
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Tora Medyayî ya Rûdawê beşdarî konferansa editoriyaliya salane ya Tora Danûstandina Nûçeyan a Ewropayê (ENEX) bû.

Konferans 22 û 23yê Sibata 2024an hat lidarxistin û rûmaleke Rûdawê jî di nav materyalên ku torê herî zêde bi kar aniye hebû.

ENEX sala 1993yan hat damezrandin, niha 57 endamên ENEXê li seranserî cîhanê hene û Rûdaw yekane hevbeşê li Kurdistan û Îraqê ye.

Konferansa ENEXê ya îsal li avahiya Parlamentoya Ewropayê ya li Brukselê hat lidarxistin û li ser hilbijartinên Ewropayê, pêşketinên teknolojîk û bandorên wan, guherîna avhewayê, şerên li Ukrayna û Xezeyê tê de hatin nirxandin.

Li gorî amarên ENEXê, karên Rûdawê di nav ên ku herî zêde di torê de hatine temaşekirin e, bi taybetî nûçeyên Şewata Hemdaniyeyê.

Di torê de herî zêde şopandina şewatê ya ji aliyê Rûdawê ve hatiye temaşekirin û herî zêde jî materyalên amadekirî yên Rûdawê hatine bikaranîn.

Hilbijartinên Parlamentoya Ewropayê û bikaranîna teknolojiyê

22yê mehê roja yekem a konferansê bû û berpirsên medyaya Yekîtiya Ewropayê jî tê de beşdar bûn ku Ewropa piştî nêzîkî 100 rojî dê hilbijartinan encam bide.

Rayedarên medyayê behsa rola bibandor a medyayê kir ku xelk bi hejmareke mezin beşdar bibe.

Rojnamegerê Rûdawê yê beşa Îngilîziyê Karwan Feyzî ji Berdevkê Parlamentoya Ewropayê Jauma Doug Gilliot pirsa derbarê amadekariyên hilbijartinên Parlamentoya Ewropayê û beşdariya medyaya biyanî di şopandina hilbijartinan de kir.

Berdevkê Parlamentoya Ewropayê Jauma Doug Gilliot got, “Her em çawa alîkariya medyayên din dikin, em dê bi heman awayî alîkariya Rûdawê jî bikin.”

Ji bilî mijara hilbijartinan, axaftvanan bal kişandin ser pêşketinên bilez ên teknolojiyê û bandor û encamên teknolojiyê yên li ser xelkê Ewropayê.

Hişê çêkirî yek ji mijarên sereke yên konferansê bû û bi berfirehî hat gotûbêjkirin.

Parlamentoya Ewropayê ji bo pêşî li zererên pêşketinê bigire û ji hemû aliyên wê yên erênî sûdê wergire bi pêşnûmeyekê dixwaze mijara hişê çêkirî ji nû ve ava bike.

Seroka Karûbarê Medyayê Raffaela Di Marte û Serokê Beşa Odiovîzyonel a Medyaya Parlamentoya Ewropayê Thibault Lesenekal beşdarî konferansê bûn û “Gefên Li Ser Demokrasiyê” nîqaş kir.

Thibault Lesenekal û Rafaela Di Marteyê ragihand ku gelek kom bi rêya torên civakî li ser xirabkirina ezmûna hilbijartinan û Parlamentoya Ewropayê dixebitin.

Bala wan a sereke li ser tora civakî TikTokê bû ku diyar kir wan heta niha nikariye naveroka ku zererê dide civaka Ewropayê kontrol bikin û sansor bikin.

ENEX û Parlamentoya Ewropayê

Di gaveke nû de, CEOyê ENEXê Adrian Wells û Cîgirê Serokê Parlamentoya Ewropayê Otmar Karas di navbera her du saziyan de peymanek îmze kir.

Li gorî peymanê kanalên ku endamê ENEXê ne dê di nav Yekîtiya Ewropayê de û di şopandina hilbijartinan de hêsankarî ji wan re were kirin.

Cîgirê Serokê Parlamentoya Ewropayê Otmar Karas got:

“Ev hilbijartinên Ewropayê ji bo cîhanê di demeke girîng de ne. Krîzên van çend salên borî, ji COVID-19ê heta şerê li Ukraynayê û zêdebûna mesrefên jiyanê, hişyarî û hêviyên welatiyan di derbarê bandora Yekîtiya Ewropayê de zêde kiriye.”

Karas herwiha anî ziman:

“Niha ji her demê bêhtir girîng e ku welatî bigihêjin agahiyên pêbawer da ku derbarê paşeroja xwe de biryarên rast bidin û hemû mafên xwe yên demokratîk bi kar bînin.”

Rûmala Rûdawê ya Şewata Hemdaniyeyê û bikaranîna materyalên wê

Di roja duyem a konferansê de li ser mijarên germ ên medyaya cîhanê, guherîna avhewayê, şerê Ukrayna-Rûsyayê û şerê Xezeyê gotûbêj hatin kirin.

Di konferansê de herwiha bi amaran hate ravekirin ku kîjan rûmal herî zêde û kîjan materyal ji aliyê endamên ENEXê ve herî zêde hatine bikaranîn.

Rûdaw ji ber rûmala xwe ya berfireh a Şewata Hemdaniyeyê ya 27ê Îlona 2023yan di rêza yekem de bû. Ew rûmala Rûdawê li ser platformên dîjîtal ên ENEXê zêdetirî 7,7 milyon ecibandin, parvekirin, dîtin û bikaranîn bi dest xistibû.

2024: Sala rûmala hilbijartin, werziş û hunerê

Hilbijartinên Serokatiya Amerîkayê, Parlementoya Ewropayê û 12 hilbijartinên navxwe yên Ewropayê dê sala 2024an bêne kirin.

Ev ji bilî EUROya 2024an û Olîmpiyadên Parîsê ne. Ji ber vê yekê îsal dê ji bo medyaya cîhanê bibe sala ragihandina bûyerên girîng ên hilbijartinan û werzişê.

Endamên ENEXê diyar kir ku ew jî bi baldarî li hilbijartinên Herêma Kurdistanê dinêrin.

Herwiha tîma Rûdawê bal kişand ser pêşxistina pêwendiyên bihêz ên çandî û muzîkî yên di navbera Herêma Kurdistanê û welatên cîhanê de.

Di konferansê de, tîma Rûdawê behsa giringiya Malî Zehawî ji endamên ENEXê re kir ku bûye platformek ji bo berhevkirina rengên cuda û tevlîhevkirina muzîka Kurdî bi muzîka neteweyên din ên li Herêma Kurdistanê û Hewlêrê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst