NATO: Zêdeyî 100 balafirên şer di amadebaşiyê de ne

24-02-2022
RÛDAW
Nîşan NATO Rûsya Ukrayna
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg ragihand ku piştî operasyona Rûsyayê ya li dijî Ukraynayê zêdetirî 100 balafirên şer ketine di amadebaşiyê de. Stoltenberg her wiha got, rêberên NATOyê dê sibe bi awayeke online bicivin.

NATO êrîşa Rûsyayê ya li ser Ukraynayê bi daxuyaniyekê şermezar kir.

Di daxuyaniya hevpeymaniya NATOyê de êrişên Rûsyayê yên li dijî Ukraynayê weke "bi temamî neheqî û bê sedem" hat pênasekirin.

NATO di daxuyaniya xwe de Belarûs jî şermezar kir ji ber ku rê li ber êrişa Rûsyayê xweş kir û hin leşkerên Rûsyayê di ser sînorê wî welatî re derbasî Ukraynayê bûn.

Herwiha di daxuyaniyê de hat gotin, "Ev êrîşa nû binpêkirina yasayên navneteweyî ye, di nav de Peymana Neteweyên Yekbûyî, û êrişke destdirêjiyê ye li dijî welatekî serbixwe û aştiyane."

Di daxuyaniya NATOyê de di haman demê de hatin gotin ku “Kiryarên Rûsyayê ji bo ewlehiya Euro-Atlantîkê metirsiyek cidî ye û dê encamên jeostratejîk hebin. NATO ji bo ewlehî û parastina endamên xwe dê hemû tedbîran bistîne.”

Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg herwiha dibêje ku piştî êrîşa Rûsyayê ya li dijî Ukraynayê zêdetirî 100 balafirên şer xistine di amade başiyê de.

Serokê Rûsyayê îro Pêncşembê 24ê Sibata 2022an êrîşa serbazî bo ser Ukraynayê ragihand û dibêje, her welatek destêwerdanê di êrîşê de bike dê “baceke wiha bide ku qet nedîtibe.”

Vladimir Putin di gotareke televizyonî de ragihand ku berpirsyariya xwînrijandinê dikeve stuyê “rejîma” Ukraynayê û got, ev operasyon bersiva wan gefan e ku ji Ukraynayê tên ser welatê wî. Putin got, armanc ji wê operasyona serbazî ev e ku Rûsya piştrast bibe Ukrayna ji çekan tê paqijkirin.

Serokê Rûsyayê daxwaz ji serbazên Ukraynî û xelkê wî welatî kir ku çekên xwe danin û navçeyên şer terk bikin.

Piştî ku Putin biryara êrişkirinê aşkere kir, vê sibê li Kiyev a paytexta Ukraynayê û gelek bajarên din dengê teqînan hat bihîstin.


 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst