Serokatiya Ukrayna: 40 serbaz û 10 welatiyên me hatin kuştin

24-02-2022
RÛDAW
Nîşan Ukrayna Rûsya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Alîkarekî Serokê Ukraynayê ragihand, zêdetir ji 40 serbaz û 10 welatiyên sivîl ên wî welatî di êrişên Rûsyayê û hêzên cudaxwaz ên li rojhilatê welat, hatine kuştin.

Aleksey Arestovich, Alîkarê Serokê Ukraynayê ragihand, “Dizanim heta niha zêdetir ji 40 serbazên me hatine kuştin û bi dehanên din jî birîndar in.”

Arestovich destnîşan kir, bi sedema êrişên Rûsyayê 10 welatiyên sivîl ên Ukraynayê jî canê xwe ji dest dane.

Li aliyekê din, Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky îro ragihand, Ukrayna têkiliyên xwe yên dîplomatîk bi Rûsyayê re qut dike.

Wezareta Berevaniya Ukraynayê beriya çend demjimêran ragihandibû, artêşa wî welatî bi mêrxasî bersiva êrişa Rûsyayê dide.

Di daxuyaniya xwe de Wezareta Berevaniya Ukraynayê gotibû, “Hêzên berevaniya niştimanî bi bikaranîna mafê xweparastinê li gor yasaya hejmar 51 a Peymana Netewên Yekbûyî, bi mêrxasî bersiva hewlên dijmin bo derbaskirina sînor didin, rewş di bin kontrolê de ye. Zirar gihîştiye hêzên Rûsyayê.”

Li aliyek din Pasevaniya Sînorî ya Ukraynayê ragihandiye, hêzên Rûsyayê bi tank, zirêpoş û çekên giran ve sînorê hevbeş binpê kirine û ji çend milan ve derbasî nav axa Rûsyayê bûne.

Wezareta Berevaniya Rûsyayê jî pêştir di daxuyaniyeke xwe de ragihandibû, wan pêgehên berevaniya esmanî ya Ukraynayê ji nav biriye.

Wezîrê Berevaniyê yê Rûsyayê jî dabû xuyakirin, hêzên wî welatî êrişî xelkê sivîl û bajarên Ukraynayê nake lê belê bi çekên pêşkeftî binke û pêgehên serbazî û cebilxaneyên Ukraynayê dikin armanc.

Bi biryara Vladimir Putin, artêşa Rûsyayê ji sibeha îro 24ê Sibata 2022an ve êrişa xwe bo ser Ukrayanyê destpê kir.

Putin diyar kir, armanc ji wê operasyona serbazî ev e ku Rûsya piştrast bibe Ukrayna ji çekan tê paqijkirin.

Serokê Rûsyayê daxwaz ji serbazên Ukraynî û xelkê wî welatî kir ku çekên xwe danin û navçeyên şer terk bikin.

Putin gef jî xwar û got, her welatek destêwerdanê di êrîşê de bike dê “baceke wiha bide ku qet nedîtibe.”

Piştî ku Putin biryara êrişkirinê aşkere kir, vê sibê li Kiyev a paytexta Ukraynayê û gelek bajarên din dengê teqînan hat bihîstin.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst