Encûmena Asayîşa Navdewletî pêşniyara agirbesta Sûriyê pesend kir

New York (Rûdaw) – Encûmena Asayîşa Navdewletî bi piraniya dengan pêşniyazbiryara ragihandina agirbestê li Sûriyê pesend kir.

 

Peyamnêrê Rûdawê Mecîd Nîzamedîn Gilî li baregaha sereke ya Neteweyên Yekbûyî li New Yorkê ragihand, ku welatên endam ji bo ragihandina agirbestê li hev kirin.

 

Di biryarê de hatiye gotin: “Pêwîste demildest agirbest were ragihandin û hemû alî pabend bin.”

 

Peyamnêrê me herwiha ragihand, ku ew biryar li hember operasyona Efrînê dê bibe sedema guvaşekî bo ser Tirkiyê. Lê diyar kir, ku ya giring ew e, ka welatên endam û bi taybetî jî yên mezin vê biryarê çawa dixwînin.

 

Li ser pêşniyara Kuweyt û Swêdê, pêşniyazbiryarek derbarê ragihandina agirbestê li herêma Guta ya Rojhilat a Şamê hatibû amadekirin.

 

Herdu welatan pêşniyar kiribûn, ku ji bo alîkariyên mirovî bigihin herêmê divê heta 30 rojan agirbest were ragihandin.   

 

Encûmena Asayîşa Navdewletî di rûniştinên berê de negihiştibûne ti encamekê.

 

Serokê Encûmena Asayîşa Navdewletî Mensûr Utebî di daxuyaniyeke taybetî de ji Rûdawê re ragihandibû: “Pêşniyazbiryar hemû Sûriyê vedigire.”

 

Ev yek tê wê wateyê, ku pêşniyazbiryar bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê jî vedigre.

 

Li gorî pêşniyazbiryarê, ji bo Sûriye û Rojavayê Kurdistanê, ji bo gihandina alîkariyên mirovî, daxwaza ragirtina şer bo heyama mehekê tê kirin. 

 

Rûsya pêşniyaz kiribû, ku agirbest komên weke DAIŞ, El Qaîde, Bereya Nûsre û wan komên ku ji aliyê Encûmena Asayîşa Navdewletî ve weke terrorist tên naskirin, venegre.