Balafira Rûsyayê ket: 65 dîl tê de bûn

Hewlêr (Rûdaw) – Wezareta Parastinê ya Rûsyayê da zanîn, balafireke ku 65 dîlên Ukraynayî tê de bûn ketiye.

Wezaretê da zanîn ku balafir li herêma Belgorodê ketiye û 74 kesên tê de mirine.

Ajansa nûçeyan a RIAyê da zanîn ku 65 kesên di balafirê de dîlên ûkraynayî bûn.

Parêzgarê Belgorodê Vyacheslav Gladkov ragihand, kes ji balafirê sax nefilitiye û got ku ew dê here cihê bûyerê.

Rûsya: Ukraynayê balafir xistiye

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê îdia kir ku Ukraynayê balafir xistiye û ev bûyer wekî “bûyereke terorê” bi nav kir.