Şewitandina Quranê endamtiya Swêd û Finlandê ya NATOyê xistiye metirsiyê

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî bûyera şewitandina Quranê li Swêdê yek ji mijara herî zêde behsa wê tê kirin, daxwaza endamtiya NATOyê ya Finland û Swêdê ye ku ji aliyê Tirkiye û Hengarya ve nehatiye pesendkirin.

Derbarê vê mijarê de Wezîrê Derve yê Finlandê Pekka Haavisto dibêje: “Pêwîst e bo demekê hevdîtinên sê alî bên sekinandin, piştî arambûna rewşê berdewamkirina wan hevdîtinan a herî rast e.”

Pekka Haavisto derbarê hevdîtinên ligel Tirkiyê yên bo endamtiya Finland û Swêdê ya NATOyê de got: “Di vê em derbarê wê yekê de nirxandinekê bikin ka tiştek çêbûye ku demdirêj li pêş endambûna Swêdê bibe asteng an na. Bo wê niha alî diyarkirin gelekî zû ye. Bijardeya yekem dîsan serlêdana hevbeş e.”

Di heman demê de Sekreterê Giştî yê NATOyê Stoltenberg jî derbarê aloziyên di navbera Enqere û Stockholmê de ji medya Almanî re axivî û got: “Azadiya raderbirinê, azadiya ramanê li Swêd û welatên din yên endamên NATOyê bihayekî wê heye. Lewra tevgerên bi vî awayî yên ne guncaw wek ji derveyî yasayê nayên dîtin.”

Stoltenberg bang li her du welatên ku endamtiya Swêd û Finlandê ya NATOyê qebûl nekirine kir û got: "Ez tikayê ji Hengarya û Tirkiyê dikim prosedura pesendkirinê ya parlamentoyên welatê xwe bilez bikin."

Serokkomarê Tikriyê Recep Tayyip Erdogan roja Sêşemê 23ê Çile piştî civîna kabîneyê derbarê şewitandina quranê de nerazîbûna xwe anî ziman û got: “Em dema tiştekî dibêjin rast dibêjin, lê hinek dema bênamûsiyê dikin divê sînor ji wan re bê danîn. Rêveberiya Swêdê, eger hûn hewqasî rêzê li maf û azadiyan dikin berî her tiştî rêzê li baweriya komara Tirkiyê û Misilmanan bigrin. Hûn vê rêzê nîşan nadin, biborin bo NATOyê jî hû dê ti piştgiriyekê ji me wernegrin.”