Yekîtiya Ewropayê red kir Supaya Pasdaran bixe nav lîsteya terorê

24-01-2023
RÛDAW
Nîşan Yekîtiya Ewropa Josep Borrell Îran Supaya Pasdaran Lîsteya Terorê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berpirsê Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê Josep Borrell roja Duşemê got ku biryara dadgehê pêwîst e ji bo ku Supaya Pasdarên Şoreşa Îranê (IRGC) li lîsteya terorê ya YE were zêdekirin. Ew yek piştî çend rojan li projebiryara Parlamentoya Ewropayê hat ku têde daxwaz dike Supaya Pasdaran ji aliyê welatên endam ve bikeve nav lîsteya terorê.

Wezîrên Derve yên welatên Yekîtiya Ewropayê duh li Brukselê civiyan û gotûbêj li ser çend mijaran kirin, dihat çaverêkirin li ser banga Parlamentoya Ewropayê, mijara zêdekirina Supaya Pasdaran a Îranê li lîsteya terorê ya Yekîtiya Ewropayê jî di civînê de bê gotûbêjkirin, lê belê ew yek nehat kirin. Di civînê de paketa çarem a cezayên YE yên li ser Îranê hat pesendkirin.

Endamên Parlamentoya Ewropayê roja Çarşemiya bihorî probiryarek pesend kiribû ku têde daxwaz ji welatên Yekîtiya Ewropayê dihat kirin, “ji ber çalakiyên wê yên terorîstî, tepeserkirina xwepêşanderan û şandina dronan ji bo Rûsyayê di şerê dijî Ukraynayê de”, Supaya Pasdaran têxin nav lîsteya reş a terorê ya wê yekîtiyê.

Berpirsê Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê Josep Borrell dema gihîşt cihê birêveçûna civîna Konseya Ewropayê li Brukselê derbarê mijarê de ji rojnamevanan re got, “Ew bêyî biryara dadgehê nabe. Divê pêşî dadgeh biryarê bide. Tu nikarî bibêjî ez te terorîst dihesibînim ji ber ku ez ji te hez nakim.”

Borell herwiha got, karê zêdekirina navê Supaya Pasdaran li lîsteya terorê ya YE dê demekê dest pê bike ku dadgeheke welateke endamê YE biryareke bihêz di vê derbarê de bide.

Wezîrê Derve yê Îranê Hisên Emîr-Ebdullahiyan hefteya borî di pêwendiya telefonî ya ligel Borrell de rexne li helwesta “neguncaw” a Yekîtiya Ewropayê kiribû û tekez kiribû, Supaya Pasdaran saziyek fermî ye ku di ewlehiya neteweyî ya Îranê de rolek girîng dilîze.

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Nasir Kenanî jî duh Duşemê ji rojnamevanan re ragihand ku di pêwendiya telefonî ya Emîr-Ebdullahiyan û Borell de, Îranê “hişyarîyên pêwîst” dane Yekîtiya Ewropayê.

Wezîrê Derve yê Îranê roja Yekşemê gotibû, eger Yekîtiya Ewropayê Supaya Pasdaran têxe nav lîsteya xwe ya terorê, wê demê parlamentoya Îranê dê artêşên wan welatan têxe nav lîsteya terorê.

Li aliyekî din Wezîrê Derve yê Swêdê Tobias Billström ku welatê wî niha serokatiya Konseya Ewropayê dike, ji rojnamevanan re ragihand, wezîrên Yekîtiya Ewropayê di civîna roja Duşemê de pakêteke nû ya sizayan li ser Îranê sepandin, ku berpirsên tepeserkirina xwepêşandanan dike armanc.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst