Li Amerîkayê di êrîşa çekdarî de 7 kes hatin kuştin

Hewlêr (Rûdaw) –  Li navçeya San Mateoyê ya eyaleta Californiaya ya Amerîkayê li du cihên cuda êrîşên çekdar hatin kirin û di encamê de 7 kes hatin kuştin.

Ofîsa Şerîf a San Mateoyê ragihand ku li devereke navçeyê êrîşa çekdar hat kirin û tê da 4 kes hatin kuştin, kesek birîndar bû, di êrîşa ku çend kîlomêtre dûrê wê ye de jî 3 kes hatin kuştin, 4 kes birîndar bûn.

Li gor daxuyaniyê bi navê Zhao Chunli kesekî 67 salî ji ber gumana ku tiliya wî di êrîşan de heye, hat desteserkirin.

Gumanbarê êrîşê di otoparkekê de bi çeka xwe hat girtin.

Şerîf Christina Corpus daxuyanî da çapemeniyê û diyar kir, qurbanî hevalên kar ên Zhao ne.

Li heman eyaletê roja Şemiyê di pîrozbahiyên sersala salnameya Heyvê de 11 kes di êrîşa çekdar de hatibûn kuştin.