NY li ser civînên Astanayê: Encam ne dûr e

Astana (Rûdaw) – Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekgirtî (NY) li Sûriyê Stephan De Mîstûra pêşbîniya dirêjkirina hevdîtinan kir û diyar kir û got, ku aliyên beşdar li ser ragihandina encamnameyê nakok in.

 

Bi armanca çareserkirina krîza Sûriyê li Astanaya paytexta Kazakîstanê civînên di navbera dijbere û hikûmeta Sûriyê de berdewam dikin.

 

Di bin garantoriya Rûsya, Tirkiye û Îranê de alî hewl didin ji bo domandina agirbestê bigihin encamekê.

 

Berdevkê şanda dijbereya Sûriyê Yehya Uzeyrî ragihand, ku beriya rêkeftinê ew ti encamnayekê îmze nakin û niha jî guftûgo berdewam dikin.

 

Uzeyrî herwiha diyar kir, ku Rûsyayê çend soz dane wan lê ew li hêviya gavên pratîkî ne û got; “Xelkê Sûriyê bi taybetî jî navçeyên di bin metirsiyê de li hêviya pêkanîna sozan in ne ku gotinan.”

 

Hevdem Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekgirtî (NY) li Sûriyê Stephan De Mîstûra jî got; “Ji bo ragihandina encamnameyekî hevbeş em nêzîkî rêkeftinê ne. Bi tevê vê yekê dibe danûstandin berdewam bikin.”

 

Ji aliyê din ve îro Tirkiye, Rûsya û Îranê daxuyaniyeke hevbeş belav kirin û piştgiriya xwe ji bo yekparçebûna axa Sûriyê, berdewamkirina şerê DAIŞ û Bereya Nûsrayê dubare kirin.

 

Hersê welatan di daxuyaniya hevbeş de gotin, ku ew piştgirî didin serxwebûn, serwerî û yeparçebûna Komara Erebî ya Sûriyê, ku weke welatekî pir netewe, ol, demokratîk û sekûler.

 

Di heyama 5 salên derbasbûyî de ji bo bidawî anîna krîza Sûriyê, bi beşdarbûna welatên cîhanê çend civîn hatine sazkirin lê bê encam man. Niha di bin garantoriya Rûsya, Îran û Tirkiyê de li Astanayê hevdîtin tên sazkirin û tê hêvîkirin, ku dijbere û hikûmeta Sûriyê ji bo çareserkirina pirsgirêkan li hev nêzîk bibin. 

 

Di hevdîtinên Astaneyê de 3 serkirdeyên kurd amade ne. Cîgirê Serokê Îtîlafa Dijbereya Sûriyê Ebdulhekîm Beşar, Serokê Eniya Nîştîmaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) Îbrahîm Biro û Endamê ENKSê parêzer Derwêş Mîrkan.

 

PYD û YPG ji bo beşdarbûna hevdîtinan gelek hewldan kirin lê ji ber Tirkiyê ev yek bi tundî red kir, nehatine vexwendin. Li hember vê daxwazê Rûsya û Îranê jî bêdeng man.