RÛDAW/TAYBET – Serokomarê Qibrisê: Divê krîz bê çareserkirin

Davos (Rûdaw) – Serokomarê Qibrisa Bakur Mustafa Akinci di Korbenda Cîhanî ya Davos de got, pêwîst e krîza koçberan demildest were çareserkirin.

Serokomarê Qibrisa Bakur Mustafa Akincî ji Rûdawê re derbarê axavtina xwe ya li Korbenda Cîhanî ya Davosê de daxuyanî da.

Mustafa Akincî wiha got: “Tabloya xaniqîna zarokê di deryayê de ji bo cîhanê cihê rûreşiyê ye. Min li Davosê bi tenê behsa pirsên Qibrisên nekir, min behsa krîza koçberiya tevahiya cîhanê kir. Min got bila demildest ev krîz bê çareserkirin.”

Akincî amaje kir ku divê tevahiya cîhanê alîkariya koçberan bikin û got: “Li ku dera Rojahilata Navîn an jî Ewropayê be bila be divê piştevanî ji bo welatên krîza koçberiyê heye bê kirin.”

46emîn Korbenda Cîhanî ya Dovosê piştî 4 roja îro bidawî hat.

Di Korbenda Cîhanî ya Dovosê de 300 panel hatin lidarxistin û mijara sereke krîza koçberiyê bû.

Ji Herêma Kurdistanê Elî Sindî ser navê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî beşdarî Korbenda Cîhanî ya Dovosê, lê tenê Cigirê Serokwezîrê Iraqê Roj Nurî Şaweys li Davosê gotarek pêşkêş kir.