Li Parîsê di navbera xwepêşanderan û polîsan de alozî derketin!

23-12-2022
RÛDAW
Nîşan Êrîşa Çekdarî Parîs
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî êrîşa li dijî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya li paytexta Fransayê, Parîsê ku di encamê de 3 kesan canê xwe ji dest dan û 4 kes birîndar bûn, Kurdên ku li wir dijîn dest bi xwepêşandanekê kirin û di navbera xwepêşanderan û polîsan de alozî derketin.

Piştî êrîşê xwepêşanderan bi pêxistina agir li kolanan dest bi xwepêşandanan kirin û dirûşm gotin.

Polîsan gaza îsotê avêtine ser xwepêşanderan.

Li gorî agahiyên destpêkê di êrîşê de 3 kesan canê xwe ji dest dan û 4 kes birîndar bûn.

Di daxuyaniya ku ji aliyê Polîsê Parîsê ve hat dayîn de hat diyarkirin ku li cihê ku êrîş lê hatiye kirin kesek hatiye desteserkirin. Di daxuyaniyê de hat xwestin ji bo ku tîmên rizgarkirinê mudaxele bikin û ji ber ewlehiyê derdor bê valakirin.

Têkildarî armanca êrîşê hîn  daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn. Serdozgeriya Parîsê ragihand ku wan derbarê êrîşê de lêpirsîn daye destpêkirin.

Li gorî zanyariyên polîsan, êrîşkar welatiyê Fransayê ye û di Kompanya Rêhesinê ya Neteweyî ya Fransayê de wek şofêrê trênê malnîşîn bûye û wiha berdewam kir, “Ew li cihê bûyerê hat girtin û bi rayedaran re hevkariyê dike. Ew niha ji ber kuştin û tundûtûjiyê di bin lêpirsînê de ye."

Hat diyarkirin ku êrîşkar beriya niha 2 caran hewla êrîşa çekdarî daye û di 12ê Mijdara 2021an de li Parîsê bi şûr êrîşî navendeke koçberan kiriye ku di encamê de 2 kes birîndar bûne.

Şahidê bûyerê nivîskar Îbrahîm Seydo Aydogan beşdarî bultena Rûdawê bû û li ser êrîşê got, “Êrîş 5 xulekan dewam kiriye, 8 kes birîndar bibûm lê 3 ji wan şehîd ketin ku hemû jî Kurd in.”

Îbrahîm Seydo Aydogan li ser nasnameya kesên ku canê xwe ji dest dane anî ziman, “Kesên ku canê xwe ji dest dane, çalakvanên doza Kurdî ne û hunermend in, kesên sivîl ên civaka Kurdî ne. Em navên 2 kesan bi teqezî dizanin ku yek ji wan navê wê Evîn e, yek jî hunermend Mîr Perwer e. Hemû xelkê Bakurê Kurdistanê ne. Li ser birîndaran zanyariyeke zelal nîne lê bi qasî ku polîsên Fransî dan zanîn, rewşa wan ne pir xirab e ku her 3 jî mêr in. Kesên ku canê xwe ji dest dane 1 jin e û 2 zilam in.”

Îbrahîm Seydo Aydogan her wiha anî ziman, "Li gor dîmenên di destên me de êrîşkar profesyonel e, bi plan hatiye û çenteyê wî tije şarjor bûn. Hatibû ku berê xwe bide hemû dikanên Kurdan ku li vir komkujiyeke pir mezin pêk bîne. Demançeyek di destê wî de bû lê gelek şarjor pê re bûn, bi qasî ku em dizanin 2 şarjor vala kirine. Piştî êrîşî navendê kiriye berê xwe daye dikaneke li hember jî û wan xortên Kurd jî bikuje lê wan xwe avêtine ser wî û ew girtine."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst