Trump çar leşker efû kir

23-12-2020
RÛDAW
Nîşan Donald Trump Amerîka
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump 4 leşkerên ku di 2007an de li Iraqê tevlî bûyera kuştina 17 sivîlan bûne efû kir.

Di meha erka xwe ya dawî de Serokê Amerîkayê Donald Trump biryara serokatiyê ragihand li gorî wê biryarê 15 kes hatine efûkirin û cezayê 5 kesan jî hat kêmkirin.

Di nav kesên ku ji ali Trump ve hatine efûkirin, endamên kompanya ewlehiyê “Blackwater” Nicholas Slatten, Paul Slough, Evan Liberty û Dustin Heard ku tê gotin destê wan di bûyera kuştina 17 sivîlên di 16 Îlona 2007an de li Meydana Nisur a Bexdayê  de heye.

Li ser vê biryarê gelek kesan bertek dan û dibêjin li malbat û xizmên kesên ku hatine kuştin neheqî hatiye kirin.

Rêvebera berê ya Rêxistina Şopandina Mafê Mirovan a Rijhelata Navîn Sarah Leah Whitson jî li ser hesaba xwe ya Twitterê Elî yê 9 salî ku di êrişê de jiyana xwe ji dest dabû wek mînak da û got “Ji bo Elî dad tune, paşê jî dipirsin çima ji me nefret dikin.”

Li gorî biryara ku di 2015an de hatib ragihandin ji ber “kuştina bi qestî”, Nicholas Slatten kesê cara yekem tetikê kişandibû cezayê heta hetayê lê hatibû birîn û yên din jî her yek 30 sal ceza dan wan.

Di bûyera 16ê Îlona 2007an de leşkerê Blackwaterê bi hesibandina “êrîşkarek xwekuj ya bambeyê nêzê konvoyê dibe” ajovanek 19 salî dikujin, li ser vê bûyer mezin dibin û 17 kes tên kuştin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst