Trump: Vekişîna hêzên me ji Sûriyê dê hêdî hêdî be

23-12-2018
RÛDAW
Nîşan Amerîka Trump Vekişîn Tirkiye Erdogan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand, vekişandina hêzên Amerîkay ji Sûriyê dê hêdî hêdî û bi hemahengiya li gel Tirkiyê be.

 

Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokomarê Tirkiyê, Recep Tayyip Erdogan îro Yekşembî 23ê Kanûna 2018, pêwendiyeke telefonî encam da.

 

Di derbarê vê pêwendiya telefonî de, Donald Trump ragihand, ku wî û Erdogan gotûbêjeke baş û berhemdar kirine.

 

Trump got, di vê pêwendiyê de, ew û Erdogan di derbarê DAIŞê de, beşdarbûna hevbeş a Amerîka û Tirkiyê li Sûriyê û herwiha vekişîna hêzên artêşa Amerîkayê ji Sûriyê axivîne.

 

Turmp diyar kir, vekişîna hêzên leşkerî yên Amerîkayê ji Sûriyê dê hêdî hêdî û li ser xwe be û Amerîka dê bo vê yekê hemahengiyê bi Tirkiyê re bike.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst