Li muzexaneyeke Hindistanê peykerê Barzaniyê Nemir hate danîn

Mumbai (Rûdaw) – Li muzexaneyeke welatê Hindistanê peykerê Mele Mistefa Barzanî hate danîn. Peyker ji aliyê peykersazê navdar ê Hindistanê Sunil û bi alîkariya xwendekarekî Kurd ê bi navê Ehmed Celal ve hatiye danîn. Li muzexaneya Wax Museum ku li bajarê Lunavla yê nêzîkî Mumbai ye, peykerên 84 serkirde û kesên navdar ên cîhanê hatine danîn.

 

Wax Museum bûye 8 sal e vekirî ye û muzexaneyeke peykerên kesayetên navdar ên cîhanê ye, ku têde 84 peyker hene û peykerê serkirdeyê Kurd Mele Mistefa Barzanî jî hatiye danîn. Rêvebera wê muzexaneyê diyar dike ku xwendekarekî Kurd pêşniyara danîna peykerê Barzaniyê Nemir kiriye.

 

Rêvebera Muzexaneya Weks, Cristy Eliyas: “Di sala 2008an de ev muzexane hate çêkirin. Heta niha peykerên 84 kesayet û serkirde û kesên navdar ên cîhanê têde hatine danîn, fikra danîna peykerê Mele Mistefa Barzanî jî fikra xwendekarê Kurd Ehmed Celal bû, ku wê demê xwendekarê doktorayê bû û serdana vê derê kir û piştre peykerê Mele Mistefa Barzanî hat danîn.”

 

Di sala 2014an de dest bi çêkirina peykerê Barzanî hat kirin û di meha Adara 2016an de di merasîmekê de bi fermî peykerê Mele Mistefa Barzanî li muzexaneyê hat danîn.

 

Xwediyê fikra danîna peykerê Mele Mistefa Barzanî, Dr. Ehmed Celal diyar kir: “Di sala 2014an de me serdana muzexaneyê kir, min dît peykerên gelek kesayetên navdar ên cîhanê têde ne, min zanyarî li ser Mele Mistefa Barzanî dan Sunil û wî jî giringî da û dest bi çêkirina peyker kir.”

 

Rojane di navbera hezar û du hezar geştiyar ji welatên cur bi cur têne Wax Museum daku peykerên kesayetên navdar bibînin.