Galeriya wêneyan

23-12-2018
20 Photos
RÛDAW

AFP/Rûdaw

Hat ragihandin ku li Tengava Sundayê ya Endonezyayê tsunamî çêbû û 222 kes tê da xeniqîn, 584 kes birîndar bûn û 20 kes jî winda ne.

Berdevkê Ajansa Rêvebiriya Afatê ta Neteweyî (BNPB) Sutopo Purwo Nugroho daxuyanî da û diyar kir, li Tengava Sundayê ku dikeve navbera Sumatra û Grava Cavayê, tsunamî çêbû û tê da 222 kes xeniqîn, 584 kes birîndar bûn û 20 kes jî winda ne.

Nugroho destnîşan kir ku herêmên Serang, Pandeglang û Lampungê ji ber ku derdora tengavê ne herî zêde van herêman zirar dît, li Bantena ku dikeve herêma Pandenglangê 430 mal û 9 otel, 10 keştiyên piçûk zirar dîtin.

Saziya Meteorolojî, Îqlim û Jeofîzîkê ya Endonezyayê (BMKG) jî hişyarî da gel ku nêzî qeraxên tengavê nebin.

Herwiha BMKGyê ragihand ku duh bi şev Çiyayê Agirîn ê Anak Krakatau (Zarokê Krakatau) teqiya û dibe ku piştî teqînê di bin avê de ax herikî be û ew jî bûbe sedema tsunamiyê.

Li herêmên ku tsunamiyê lê xist xebatên lêgerîn û xelaskirinê dewam dikin û ji ber ku tsunamiyê li gelek qadên geştyariya da, dibe ku hejmara miriyan zêde be.