Marie Harf bo Rûdawê: Di şerê standina Şingalê de Iraqê jî alîkarî da Pêşmerge

 

Washington (Rûadw) – Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Marie Harf ji Rûdawê re eşkere kir ku di operasyona standina Şingalê de hêzên asmanî yên Iraqê jî alîkariya Pêşmerge kirine.

 

Roja yekşemê (21ê Kanûnê), rojeke xweş bû li Kurdistanê. Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bixwe çû ser çiyayê Şingalê û serkeftina mezin a Pêşmerge li dijî DAIŞê ragihand.

 

Her çiqas tenê hêzên Pêşmerge bûn ku di bejahî de şerê DAIŞê kirin lê Amerîka dixwaze rola du aliyên din jî bide pêş.

 

Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Marie Harf, li ser vê mijarê ji Rûdawê re got ku di operasyona Şingalê de jibilî hêzên hevpeyman, hêzên asmanî yên Iraqê jî piştevaniya hêzên Pêşmerge kirin û wiha axivî:

 

“Li Şingalê, hêzên Pêşmerge bi alîkariya hêzên asmanî yên Iraqê û Hevpeymaniya Navdewletî karîn rêya çiyayê Şingalê vekin. Ev pêşveçûneke mezin e. Dema hat zanîn ku ev rê bi ewle ye wê çaxê sivîlên ku li ser çiyê mane, dikarin dakevin jêr. Lewma ev tenê operasyona Pêşmerge nebû û bi hevkarî digel hêzên Iraqî û Hevpeymaniya Navdewletî hat kirin.”

 

Pirsa mezin ji bo Amerîkayê ev e; gelo stratejiya Obama jibilî Kurdistanê li ti derekî din jî serkeftî ye?

 

Marie Harf di bersiva vê pirsê de wiha got: “Na, em tenê li deverên Kurdistanî serkeftî nebûn çimkî me li cihên din jî serkeftin bidest xist. Li seranserî Iraqê me DAIŞ neçar kir paşde vekişe. Lê ev şer dê dirêj bike û haya me jî ji vê yekê heye.”