Hejmarek kesên ji Rojavayê Kurdistanê li Bêlarûsê asê mane

Hewlêr (Rûdaw) – Li welatê Bêlarûsê hejmarek kesên ji Rojavayê Kurdistanê asê mane.

Wan kesan dema ku hewl didan ji Bêlarûsê derbasî Polonya û Latviayê bibin, ji aliyê polîsên sînorî yên her du welatan ve hatin girtin.

Nobedarên sînorî piştî ku wan digirin li wan dixin, herwiha pere, telefon û belgeyên wan jî ji wan distînin û diqetînin.

Niha ew kes bê pere û bê belge li paytexta Bêlarûsê, Mînskê perîşan bûne.

Xortekî ku asê maye bi me re pêwendî danî û xwest di Rûdawê de behsa rewşa xwe bike.

Şêro Reşad Hemoyê ku yek ji wan kesên asê maye got:

“Em destpêka meha îlonê hatin vir, me dixwest bi rêya Latviayê biçine Almanyayê. Serbazên Latviayê em girtin û telefonên me şikandin.

4 rojan em li kampê hiştin heta ku em vegeriyan. Telefona yekî ji me saxlem mabû û me bi wê telefonî hin cihan kir. Heger ne ew bûya ew winda bûbûna.

Niha em ne dikarin vegerin ne jî derbas bibin.”