Parlementoya Ewropa peywendiyên xwe li gel Îranê qut dike

23-11-2022
Zinar Şîno
Parlementoya Ewropa peywendiyên xwe li gel Îranê qut dike
Parlementoya Ewropa peywendiyên xwe li gel Îranê qut dike
Nîşan Îran Parlamentoya Ewropayê Peywendî
A+ A-

Strasborg (Rûdaw) - Li Parlamentoya Yekîtiya Ewropayê li bajarê Strasborgê yê Fransa dîbeyteke taybet, derbarê xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê birêve çû. Seroka Şanda Parlamentoya Ewropa ji bo peywendiyên li gel Îranê ragihand ku, ew tişta li hember Kurdan tê kirin, tawan,tolvekirin û şer e.

Parlemanterên Ewropa daxwaza cezayên zêdetir ên Yekîtiya Ewropa li ser Îranê dikin, di nav de derxistina  diplomatkarên Îranê ji Ewropa û piştevanî kirina civaka sivîl hene.

Peyamnêrê Rûdawê Zinar Şîno ji Serokê Fraksiyona Partiya Gel a Ewropayê Manfred Weber pirsî “We pêşniyara rêbazeke tundit derbarê rewşa niha li Îranê heye kiriye. Îro li ajendeya parlametoyê de dîbeytek ligel nûnerê bilind ê Yekîtiya Ewropayê  Borel heye, mebesta we çî ye ji rêbazeke tundir a Yekîtiya Ewropayê li beramberê rewşa niha heye li Îranê û zêdebûna serkutkirina xwepêşandan li îranê?” wî jî got: “ Derbarê pirsa te ku em çi dikin, ezê derbarê rêkarên nû ku dixwzin bigirin pirsek ji wezîrên me yên derve bikim ku dê careke din roja Îna bê kom bibin. Weke hun dizanin ku me gelek rêkar li ser Îranê encam dane, beşek ji wan rêkaran derbarê mijara otomî bû. ji ber wê divê derbarê wê mijarê gelek eşkere bin û eger rê hebin ji bo girtina rêkarên din ku ez bilind dinirxînim, em amajeyeke tund ji bo derbirîna hevsoziya xwe tînin ziman.”

Berpirsa Şanda Parlametoya Ewropya bo Peywendiyên Ligel Îranê ji Rûdaw re dibêje ew tişta Îran li hemberî Kurdan dike tawan û şer e û divê ew bi hemû awayekî rû bi rûy ew coreyên siyasetê bibîne.

Berpirsa Şanda Parlametoya Ewropya bo Peywendiyên Ligel Îranê Cornelia Ernst got: “Ev tawaneke li dijî gelê Kurd tê kirin, operasyoneke tolhildanê encam didin, mirov nikare bi tu awayekî din binirxîne. Niha divê hemû Kurd li cîhanê hev bigirin. Jîna ne keçeke siyasî ne jî çalakvan bû, jineke genc bû. di baweriya de divê bi hemû şêwazan mirov li hember van siyasetan raweste. Divê Netewên Yekbûyî bê ser xetê. di vê xalê de dorpêça Îran ji ber vî şerî pêk tê.”

Parlametoya Ewropa bi her awayî peywendîyên fermî bi Îranê re sekinandine, lê belê komisiyona Ewropa û hikûmetên welatên endam jî dixwazin helwestên yekalîker li dijî Têhranê bigirin ber xwe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst