Amerîka derbarê serkirdeyên DAIŞ-Xê ku ji Tirkiyê pere dişînin biryar da

Hewlêr (Rûdaw) - Amerîka biryar da ku li ser kesayetên navdar ên DAIŞ Xorasanê, şaxa DAIŞê ya Efxanistanê ceza bisepîne. Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê, Îsmetullah Xalozayî, wek "qasa rêxistinê" bi nav kir, bi tevgerên pereyan ên li Tirkiyeyê tawanbar kir.

Di daxuyaniya Wezareta Xezîneyê ya di derbarê mijarê da hat destnîşankirin ku yek ji endamên rêxistinê Îsmetullah Xalozayî ku di lîsteya sizayan de ye, navbeynkarê darayî yê navneteweyî yê DAIŞê-Xê ye û ji bo serkirdeyên payebilindên DAIŞê xebatan dimeşîne.

Dîsa li gorî rayedarên Amerîkî, Xalozayî “di du salên dawî de bi rêya plana şandina alternatîf a ku li Tirkiyeyê hatiye avakirin, şandina pereyan ji DAIŞ-Xê re organîze kiriye.”

Berê jî dihat îdikirin ku Îsmetullah Xalozayî bi rêya Îmaratê bi heman armancê kar kiriye û li Efxanistanê û derdora wê bi 'tedarkirina çekdarên biyanî' û bazirganiya mirovan tê tawanbarkirin.

Li gel Khalozai, Wezareta Derve ya Amerîkayê endamên DAIŞ-Xê Sanaullah Xefarî, Sultan Ezîz Ezam û Mewlawi Recab, xist navdi nav lîsteya "Terorîstên Cîhanî yên Taybet Hatine Destnîşankirin (SDGT)"