Yekîtiya Ewropa dê alîkariya bi deyn bide welatên kêmdahat

24-11-2020
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Yekîtiya Ewropayê ragihand bi sedema vîrusa Coronayê û ji bo sivikkirina deynên 29 welatên kêmdahat, dê 183 milyon euro  alîkariyê bide wan welatan.

Komisyona Yekîtiya Ewropayê  eşkere kir ku dê Dindoqa Pereyan a Navneteweyî (IMF) alîkariyê bide Fona Sînordarkirina Bandora Afetê û Sivikkirina Deynan (CCRT) ya ku bi mebesta alîkariya di warê têkoşana dijî pandemiyê de hatiye avakirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku ji bo sivikkirina deynên 29 welatên kêmdahat, Yekîtiya Ewropayê dê 183 milyon euro alîkariyê bide fona navborî.

Bi vê biryarê dê ji bo 29 welatên kêmdahat ku di nava wan de welatên weke Efxanistan, Burkina Faso, Etiyopya, Haitî, Tanzanya, Nepal, Yemen û Komara Demokratîk a Kongoyê hene, alîkariyeke zêdetir bê terxankirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst