Cezayîr 25 koçberên Sûrî û Rojavayê Kurdistanê dişîne Nîjerê

Hewlêr (Rûdaw) - Hikûmeta Cezayîrê 25 koçberên Sûriyeyî bo çolistanên Nîjerê dersînor kirin. Hikûmeta Cezayîrê 25 koçberên Sûriyeyî ku piraniya wan xelkê bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê ne û di nav wan de zarok û jin jî hene bo welatê Nîjerê dersînor bike.

Roja 16ê Cotmeha 2022ê polîsên Cezayîrê hejmarek koçber li bajarê Mistexanimê yê Cezayirê desteser kiribûn. Piştî hewlên rêxistinên mirovî û yên mafên mirov 15 ji wan li bajarê Wehranê hatibûn berdan, lê kesên din nehatibûn azadkirin ku biryar e ber bi Nîjerê ve bên şandin.

Hejmara koçberên Sûrî yên ku hewl didin bi rêya Cezayîrê xwe bighînin Ewropayê îsal gelekî zêde bûye. Piraniya wan bi vizeya Lîbyayê derbasî Lîbya dibin û ji wir bi qaçaxî xwe dighînin Cezayirê.

Li gorî Navenda Sûrî ya Belgekirina Binpêkirinan ji despêka salê ve hikûmeta Cezayîrê 128 koçberên Sûriyeyî ku ji bo Nîjerê dersînor kirine, metrsî li ser jiyana wan heye.